wazman le pendî pêşînyan hêna

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  746 views
wazman le pendî pêşînyan hêna
îtir diłmendî nebê le beyna
ême tinqîdî ’adetman ekird
hendê gumanyan bo xoyan ebird
nazanin eme be diłsozîye
ême ẍerezman legeł kes nîye
yaxwa eger min saḧêb ẍerez bim
xoşî nebînim, tûşî «merez» bim
serî ker bikirê be řeşî gawe
min derbestî nîm lam lê ladawe
dyare ke xełkî meylyan wa dênê
bo dwayî řojyan hîçyan nemênê
be şayî û zyafet memleket têr ken
be çawlêkerî hemû kes fêr ken
min xom wam ewê dest be canî min
îtir legeł kes nabim be dujmin
çend xoşe cûtê yekdił û yek gyan
mangî hengiwînyan biçin bo geřan
be şew řûbeřûy mang le sîḧra bin
asûdey ẍem û hera û hurya bin
be newcewanî ’eşqê ḧasił ken
sîḧrî çiłuçoy xesû batił ken
xêr! nawî xesû nabem tobe bê
norey ewmane lêman tûře bê
be řêkupêkî û taqim û tedarek
biçne zyaret pîrî mubarek
wa pîrałkîş řêy kirayewe
seyranî ewêş hate kayewe
boç gwê edene pendî pêşînan
bizen ber sefî řendan û pîran