gerduxulî em asmane şîne

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  623 views
gerduxulî em asmane şîne
herçî lê řûda dûrî mebîne
çiłke hewrê dê be daw û be taw
le paş se’atê eyka be lafaw
xanûy hejarî pê deřûxênê
towî zordarî pê deřwênê
gahê debînî girmey hewr û ba
zirawî pyawî tirsinok eba
keçî le piřêk eyka be hesaw
aram nagrî le tînî hetaw
xwa emaneman wa bo denwênê
ke dewran le ser ḧałê namênê
em řengawřingeyş ebînê însan
ełêy ne bayan dîwe û ne baran
ba wicud însan ke le nîsyane
ebê hîç xemî nebê be mane
eger kes nemrê be merg û kuştar
dinya piř ebê le netewey har
ebê bazařî kon bibřêtewe
ta destey taze cêyan bêtewe
êsta ewaney le fen bûn peyda
xerîkin ke qiř bixene dinya
herçî te’sîrî kuşendetre
le dewłetanda biřendetre
caran eyangut ehlî şerq weḧşîn
le çaw ewanda ême bêbeşîn
key be bon ême xełkiman exnikand
key be teyare bombaman weşand
le beḧir û beř û jêrzewî û hewa
cêy serxewêkî řeḧetî nema
tuxwa lêy geřê ba bibřêtewe
řojî qyamet nizîk bêtewe
qazancî êmey tyaye ew dewre
îme baweřman be ḧeşir û neşre