çiştî kał mexo zigit neyeşê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  762 views
çiştî kał mexo zigit neyeşê
tema’it kem bê û mêşkit nepîşê
eger peřoyek le xot dadřî
etwanî serî tema’ bibřî
ke êşî derzî xot la naxoş bê
zamî sûjnî xełkit le hoş bê
ew diłey ḧesed hełyeqirçênê
tamî fereḧî têda namênê
destibeser paçî mereze kira
dwa be dwa lîstey fesłîş derkira
bijar û qunar ke sałe û sałe
qunarî baxî mîr bo pênc sałe
mêwê ber bigrê tûł kêşî deken
ewî ke ziř bê řeg kêşî deken
hendê baxewan zeynî bo naçê
herçî hate pêş her daydepaçê
«pwî kutaj» qewmî pê serbest ebê
be «muraturîwim» dujmin pest ebê
be heba heba eçûyne kaye
êstake bełim, bestimî tyaye
gizyekî tyabû, beş beşî pişkî
êsta sed xozge be teř û wişkî
lem gêrewkêşey birdin û hênane
hemû [yan] sîtey mensûb danane
ke çûyte serkar dewrey pyaw egirin
řojî sed keřet leberit emirin
ke pyaw bo îş bê û îş bo pyaw nebê
hîç karê nabê ke tewaw nebê
wek le qur’ana fermûye xuda
dest û pê lêtan şayetî eda
dest û pêwendî êstakeyş wane
lêkewtî, ewan kewtine behane