herçî yek řû bê û yek ziban û pak

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  966 views
herçî yek řû bê û yek ziban û pak
wek şimşêr xwênî debê be xorak
dû řû û dû ziban şaney ser sere
were lem quře derke em kere
lem zemaneda řastîman nedî
xoman hełgirîn bo dewrey mehdî
ewsa gurg û meř têkřa aw exon
eme efsaney koney min û ton!!
gurg heta kełbey neşkê meř exwa
pyawî bêkare ełê bed be xwa
xwa xizmetkarî qapî to nîye
kutekî daytê du’at bo çîye
xozge pyaw xirap wek heng bwaye
legeł pêwedan gyanyan derçiwaye
bełam le şifrey yekane eken
be qamîş biřîn didan tîj eken
xom agam lêye řojê kak eḧmed
du’ay jînî kird bo pyawêkî bed
wityan bacgire boçî nemrê
fermûy ba kesî tir cêy ew negrê
pyawçak memnûnî bedî bedkare
çak be kirdewey beda dyare