lewe bitirse le xwa natirsê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  989 views
lewe bitirse le xwa natirsê
le xwa netirsê lekes natirsê
řêwî ke hatu bû be faqewe
fêłbazî denê be gwêy taqewe
degewzê bedem waqewaqewe
kilkî şoř debê be lay laqewe
şer’ ełê: «kulّû muzîrّû yuqْtel»
be parey mîrî beraz eken pel
mîrî gwêy beraz be pare dekřê
çunke zer’atî xełk heł’edřê
ême emane boye enûsîn
ke bîgirne gwê, bełam me’yûsîn
xûyê ke însan girtî be şîrî
lêy nabêtewe ta axrî pîrî
«warîte» gurgî kird be pyawî meř
be çawî xom dîm pûşî xiste ber
ême wa gurgî boz eperestîn
nadanî destî zanistî pestîn