qet nuqłaney bed le destit mede

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  776 views
qet nuqłaney bed le destit mede
bedî hatnî le seda sede!!
ke to be yekê biłêy axirşeř
řêy axir şeřî hełbet dêteber
du’ay pîrêjin bo axirxêrî
zû gîra debê be berçawtêrî
çiley hawîne û çwar çile heye
nazanîn çilî ême ta keye?
melay mezbûre û ḧîsabî řojû
berdîşî têxist bazhem be serçû
be çile befir û qîr etwêtewe
samî baḧurayş zû ebřêtewe
bo «kulّû nefْsٍ زەائیقەةû alْmewْt»
tefsîrî wabû her pîrî berkewt
hendê le burcî muşeyyede dan
le îdrakî mewt bê sat û sewdan
katêkyan zanî ke eyan nêjin
xoşyan ezanin çakyan nayêjin
ba ewan biřon cêgayan boş bê
qey nake lewê xwa lêyan xoş bê
xwa kêw ebînê û befrî têdeka
nezan bêhûde qisey lêdeka
min nazanim çîm lem û lew dawe
xwa řeway bînê mîwem tewawe