şuhret afete û şuhret feřengîy

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  742 views
şuhret afete û şuhret feřengîy
zorbiłê negbet, ’îzzet bêdengîy
têhełçû da’îm ser le bełaye
goşegîr hergîz kêşî bernaye
şerxoş be, bełam dengit derneye
diłit germ bê û kizet lê neye
bewe diłxoş be, ke lêt bipçiřn
nek paret benê û merdît bikiřn
ta tał û swêrî dinya neçêjî
herçît hate dem ewe eyêjî
be qał kirawî ke hatye kaye
gwêzit lê barken xiřet lê naye
eger řefîqit kewt destî bigre
herçî bê ewîş ewey le fikire
bełam borepyaw be hîç nazanê
qedrî megre, be lete nanê
hendê kewtûne sewday meb’ûsî
zoryan hewł da xuda neynûsî
em care norey taze qełdaye
bigre û berdeye, hewł û hełdaye
xełk wa dezanin be dest êreye
her ew xermane û her ew gêreye
gay bine wek gay jêr zemîn bende
be ême nałên: kerit be çende
baz hełden «meb’ûs» pêy bête kaye
bełam baz çawî le goştî gaye