de pende û yekî de dînar dênê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  979 views
de pende û yekî de dînar dênê
dyarî «jyan»e xełkî bîxwênê
legeł xudada serřast bî çake
hîç lew gum nabê xirape û çake
legeł xełkî da însaf binwêne
heta detwanî nefist bişkêne
bo hejar diłsoz, bo gewre ḧurmet
bo le xot xwartir lutif û şefeqet
bo dost řaber be, bo dujmin be ḧîlim
be tewazu’ be legeł ehlî ’îlim
legeł cahîl da bêdeng û xamoş
em de pendey min nekey feramoş
kilîlî gencî pend dyanete
dîn nebê pendit lela zeḧmete