lêre le çake û nezaket geřê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1200 views
lêre le çake û nezaket geřê
kutek le beheşt hatote derê
zor carim witwe xeřo bê gwêye
kutek dezanê qonaẍ le kwêye
eger xwa bałî be fîl bidaye
ebû serbanman gişt biřûxaye
xot hełmekêşe û meřo be ’înwan
tifeng bo nîşan espîş bo meydan
êsta wa lêman kewtine behane
bedest xełkewe bêł zor asane
şuhret afete lêt nabêtewe
cam bişkê bełam nezrîngêtewe
şeřî îtalya giranî pêye
ker le kwê kewtû kunde le kwêye
tuxwa lêy geřê ba ḧałman wa bê
tal’î ême ebê şorba bê
be teqwîm sermay emsał xetere
mektebekeyşiman le şar bedere
le me’arîf da her şar bederîn
boye wek xakîn her xak be serîn