meken men’im ke wek mecnûn xerîkî hatuçoy kêwim

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  1014 views
meken men’im ke wek mecnûn xerîkî hatuçoy kêwim
peşêwî leylî kurdim takû řoḧim dête ser lêwim
weten fermûy be xendey nazewe her wek perî wame
ema ḧeyfê ke çend sałe esîrî penceyî dêwim
hemîsan pêy witim ewsa mekanî şexsî ’aqił bûm
feqet çî bikem eme çend muddete bê saḧîb û xêwim
dexîltan bim wekû ’areb, tuxwa memgořnewe hergîz
be řupye û pare her çend êsteke miştê çiłuçêwim
becarê emřo cahîl ẍałbe, ’aqił buwe meẍłûb
řefîqan sa nîşanim den quřê ta bêm û bîpêwim
le daxî dehrî dûn şerte beserma ger biřûxê çerx
gelê namerdim er şanim leber ew bare bibzêwim
le ’ersey şî’irda, eḧmedPen name ’ecayb şehsiwarêke
le meydana bizane espî xom çonî de’axêwim