[çaket bo bed bê heta etwanî

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1261 views
[çaket bo bed bê heta etwanî
bed nebê qedrî çakan nazanî
bawejin çepok neda le hetîw
hergîz fêr nabê řêy emdîwewdîw
mûr ta neytaşî nabê be texte
bê tecrebe, xam nabê be puxte
felek bo pyawî xudbîn be kîne
xot le awêney dêwda mebîne
serma nema, mar ebûjêtewe
bełam zû serî pan ebêtewe
çend xoşe ke pyaw diłî pakî bê
le tenganeda dostî çakî bê
moryan egrête bin baxełewe
xwênman demjê be zawełewe
şwanit le kwêxay lawe çaktire
destî bêgane marî pê bigre
«wezîr»êk newey dizî bexêw kird
axrî kuştîşî û małekeyşî bird
cûleke êstaş haman ekujin
dest ełman kewn xwênyan emjin
hełekok legeł befra nakoke
agir mexere enbarî loke
ke řeg sist bibê û hêzî nemênê
«lapûre» parû le dem eřfênê
xwa hemû layê yek xa û yekdił bîn
le sayey yekda wekû yek bijîn