dił eřencênê pyawî bê kemał

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1362 views
dił eřencênê pyawî bê kemał
be hełeweřî diz dête ser mał
qirjang kestimî û wazî lêhênam
zû têgeyştim ke çonî berdam
bo derbederê mekewe sema
eger çak bwaye le cêy xoy dema
guł leser liqî xoya řengîne
berdîş le cêgay xoya sengîne
biçore şarê ke kes netnasê
têr xot hełkêşe piř be kirasê
ba, mêx sindanî tuř edaye der
pêçe kiloyan dehawîşte ber
xwa minî le jûr towe danawe
her çîyek deykey xeyałî xawe
qaçaqçî nema řêjî le nawe
bê tuwtinye em bend û bawe
darkêşî narî nemrûd bû êstir
gwêdrêjî gule řehberî ḧuştir
derwêşî beng kêş ser denête taq
bo bêganeye tiryaqî ’îraq