kiç be nabedil bo pîr çû be bûk

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1220 views
kiç be nabedil bo pîr çû be bûk
mêrd bêzar eka şew be nûke nûk
hanam be toye xway destigîr
nemkey be bûk û bikewme dest pîr
pîrî pek exa û «bestin» byanuwe
eme çîrokî dewrî kwanuwe
kołe nanî bo bestû bang eken
lay gule nanê bîsmîlla meken
giřugał lêman kewtote dwan
gurg pîr bû debê be ḧeçey segan
befir û hełekok beḧesretewe
bircî pîrêjin nizîk kewtewe
me’aşekeman beşî dořane
be dû cejnane û sê paş têlane
e’şar û eẍnam wişkayyan hat
wirde me’mûran hemû bwe be lat
geray kulleman bo bijyêtewe
emca pêkuře ebûjêtewe
ke meşkedře netewey biřa
meşkey mezbetey tenzîlat diřa
lapûre be daw dahatote naw
xurmałî gêj bûn wek masî ser aw
bemane xełkim lê tewella bû
mela mela bû bwar ewla bû