çwar kitêbî xwa çwar pendî tyaye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1793 views
çwar kitêbî xwa çwar pendî tyaye
ke gwêy lêbgirin weku kîmyaye
tewřat witûye qani’ bî têrî
zebûr witûye bêdeng bî şêrî
încîlîş ełê: to derkenar be
le diłexurpey dinya řizgar be
qur’an fermûye pişt bexwa beste
etxate řêy řast ewsaye beste
dujmin be çake aşt ebêtewe
sehoł be awî germ etwêtewe
ke legeł beda hełsî û danîşî
wek şekir le cêy teř hew dekêşî
emende wêłî berg û xorakîn
nazanîn xoman xorakî xakîn
ke wityan meke şêtgîrtir debîn
ḧeram betame bo şeytan ejîn
şeytan hengiwînî le demman hełsû
boye em xełke begij yeka çû
ardî naw diřk çone wan êre
fermû dû destey dost hełbijêre
pêkewe nařoyn le řêy řastewe
xwa ewe bigrê şarî gwastewe
binaẍey êre sałî dûsede
wa derdekewê xakekey bede
egîne ke şar qełaçwalan bû
dwanze swareyan merdî meydan bû
êsta ke meydan be ser gwêlake
her miřemře şeřî ser lake