ke bûy be ḧełqey berdergay xełqî

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  1662 views
ke bûy be ḧełqey berdergay xełqî
beserta eden leber bê kełkî
dway tenganeyî zor azadîye
«şînî»y şîn zor car «şînî»y şadîye
kifreḧmed tamird qisey le xwa kird
bew ḧeqe lay ḧeq îmanî derbird
sofî areqî lela ḧerame
lay min qaçaẍ bê ewsa betame
nêrgeley tûtnî ’ecem ekêşim
dûkêş û hûkêş xwêşî derwêşim
asman ahî bêkes şînî kird
zeyl cêy estêrey kildarî girt
bêdest têy guşê zordarê bîxwa
destî lê meden le kirdewey xwa
gelawêj hełat şewqî egřê
bergî feqîr û hejar edřê
ke be řoj çiray newt bisûtênîn
le tarîkîda doş dademênîn
ke be awî pak baxçe aw edeyn
le tînwêtîda dem pêka edeyn
ełên: em befre le pêşda ard bû
qûnyan pê siřî bê pêz û sard bû
zîndû buwewe řatbey melayan
yaxwa em care ta ser bê boyan
min xestey mar û mêrûm leber bû
her lem xakeda mîrî turk mîr bû