gałtey minałan hatewe kaye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  1285 views
gałtey minałan hatewe kaye
bo miqo miqo, bû be sermaye
wa be yarî kon gałte pêk ekeyn
lêman zwîr mebin nawî kes nabeyn
be «genim genim» gewc têdekewê
bełam «řêwî çû» sîxurmey dewê
«aşe tendûre»y zemane waye
herçî ke swar bê şeqî le dwaye
leber çepokan zor cil xwar buwe
«babî babî»ye wa ker swar buwe
nanî xot bicû werkewe lewê
kiław bifřênî xełk dût ekewê
le «singewbaz»da ebê dwakewî
ke bûy be xelfe her têdekewî
kes nałê ḧemam be fû germ ebê
be «pişt lêdane» kołinc nerim ebê
eger «qařnetop» tewaw bizanî
le«qeluşar»da westay çwar nanî
hîç kes bo «sê baz» hêzî nemawe
êsta «kewşekî ’ařebî» bawe
bexwêndewarî kar nayete gîr
midîrîy buwe be «mîrugzîr»
«penay bêdeng»e tûřeyî nabê
eger sed gwêçkey tya řakêşrabê
bu bê abřû zor çişt mubaḧe
ewî bêdenge «kolkî mizraḧe»
be gurîsî xełk eçîn bo daran
ełêy, ne baman dîwe, ne baran
xwên peřye serit lûtit epjê
kase ke piř bû ewsa deřjê