honraw (şi’ir)
bełê, honraw dezgayeke bo ewe pyaw man’ay le xeyałêkî nazk pê bidatewe û ’atîfey xwêner wekû kareba řakêşê. bełam legeł emeş leber ewe honraw corawcore, te’rîfêkî tirî heye lem tarîfe dirêjtire. emeş lem dwayîyeda zyatir ewrûpayîyekan emeyan bo dozîyewe. wekû ewe ke ferensizîyekan honraw eken be sê cor her yeke çend liq û popêkî lê ebêtewe, eyken be: «honrawî şeřuşoř (melaḧîm), honrawî goranî (ẍena’î), honrawî lasayî (temsîlî)».
honrawî şeřoşoř:
honrawî şeřoşoř nawî xoy be xoyeweye, lepêşa karesatî xwakanî egêřayewe, lepaşa dewrî ew xwayane beser çû biřa be ser neberdî pałewanan û heray cengîda.
emeyan le kurdîda wêney zore, yekê lewane şeřî «şemał û zelan»e. ke leşkirî şemał û leşkirî zelan «řeşeba» le axir û oḧrî zistana ke hêşta befir neçuwetewe beranber be yek ewstin û swarey xoyan biřbiř ekenewe û eynêrne ser şaxekan û beyeka dên, lepaş karesatêkî zor û cengêkî gewre, zelan eşkê û şemał befir etwênêtewe. eme nimûneyeke lew honrawane:
em dastane karesat û efsaneyekî xeyałîye, xawenekey nazanrê kêye û le çe wextêka danrawe; hendêk ełên: hî «mîrza şefê’»e, bełam wa nîye, çunke be gelê zeman lepêş mîrza şefê’a bîsrawe. ewende heye nirxêk yitarîxî zor gewrey le edebî şeřuşořî kurdîda heye.
honrawî goranî:
em honrawe sereta ke dahatuwe legeł bilwêr û dûzeleda ewtira, lepaşa way lê hat her şi’rêke te’bîrî le ’atîfe bidayetewe wekû ẍezeł, metiḧ, lawanewe û şanazî, pêyan ewt şi’rî goranî. em core şi’rane ta êsta lenaw kurdida bem çeşne te’rîf nekirawe, wate: şi’rî ẍezeł û metiḧ be şi’rî goranî nezanrawe, bełkû goranîyan her be şi’rî beste wituwe. ca eger bem me’na ’îlmîyey ferensizîye me’na le şi’rî goranî bidrêtewe şi’rî kurdî zortirî ber şi’rî goranî ekewê.
honrawî lasayî:
em honrawe lem axreda firensizyekan em naweyan bo dana, egîne lepêş em nawe nebû, çunke lasayî eger řastit ewê şi’re şeřuşoř û goranîyekane, bełam leber ewe huner «fen» êkî têdaye û yeke yekey pyaw egrêt, le layekewe, le layekî tirîşewe çarî tenguçełemey nefsî û komełayetî û ayînî û xû û řewişt eka, goya le fesałekeya lewan cya ebêtewe, ca bem bonewe em naweyan bo dana. honrawî lasayî bem me’naye lenaw kurdida nebuwe, meger lem dwayîyeda nebê ke «bêkes» û «goran» em agireyan hełgîrsan.
kurd le şi’rî şeřuşoř -ke şi’rî çîrokîşî pê ewtirê- we leser te’rîfî ferensizîyekan le şi’rî goranîşda be endazey desełat tyaya dewłemende. mebest eweye basêkî girtuwe û kirdûye be şi’ir, îtir eweman mebest nîye ke serçawey baseke le kurdida bûbêt ya nebûbêt. min lêreda nawî hendêkyan dênim, bełam hêşta xawenekanyanim bo saẍ nebuwetewe. emaneş eger leser te’rîfî eweł bê, ewa hemû şeřuşořn, we eger leser te’rîfî ’îlmîyekey ferense bê, hendêkyan şeřuşořn û hendêkyan goranî legeł lasayîda, emaneş wekû:
1- kitêbî «xurşîd û xawer», bepêy hendê şit dûr nîye xawenekey le nîwey dwayî sedey hejdeyemda jyabêt.
2- «leylê û mecnun», dûr nîye eme hî «mela melewxan» şa’îrî benawbangî cafan bêt, «mela ferecî wajeyî»yiş be destikarîyewe farsîyekey «nizamî» le 1942da kirduwe be kurdî.
3- «şîrîn û xesrew».
4- «şîrîn û ferhad», ke xanay qubadî werîgêřawe.
5- «baram û gułendam», dûr nîye xawenekey le sedey hejdeyema jyabêt.
6- «ḧewt xwanî řostem»
7- «řostem û zoraw»
8- «cîhangîr û řostem»
9- «xaweran», basî heray «’elî kuřî ebîtalb» eka.
10- «ḧeme ḧenîfe», le 1813 nusxeyekî lê nûsrawetewe û îtir nazanrê xawenekey le çe tarîxêka daynawe.
11- «nadir û topał», basî şeřekey «nadirşa» û «topał» paşay ’usmanî eka le martî 1733da, îtir ca kitêbeke key danrawe? nazanrê.
12- «cenginamey şazade muḧemmed ’elî mîrza û kehyapaşa», «mîrzay kirindî» le 1821da nûsîwyetî û basî serkewtinî «muḧemmed ’elî mîrza» eka beser «kehyapaşa»da . wa dyare şwênî cengekeş «zehaw» bûbêt. «nawî em kitêbane ta êre le qisey «mînoriskîPerson» wergîrawe».
13- «cengî kule û ’aynemel».
14- «wereq û guł».
15- «dirextiname».
16- «birzo û fiłamerz».
17- «bewrî beyannane».
18- «menîce û bîjen».
19- «qareman û qeyteran».
20- «xezał û kake las».
21- «behnesa».
22- «řostem û zerdeheng».
23- «kurd û goran».
24- «’etaname», eme şa’îrêkî kurdistanî lem sałanî dwayîyeda daynawe.
25- «şîrîn û şefê», şefê pyawêkî şa’îrî deng xoş buwe, şîrîn afretêkî cwan buwe, le dûrewe diłî le şefê çuwe, çawî pê kewtuwe zor naşîrîn buwe geřawetewe. înca şefê diłî lêy çuwe û be şwênya hatuwe, şîrîn şi’rî be dengî şefêda ełê û şefêş be cwanîyekey ewda.
26- «mizgewt û mîrza», mizgewt û mîrza kêwêke lebeyn xuřxuře û merîwanda. wextê xoy yekê le gewrekanî erdełan melayek û çil feqêy narduwete ewê, zistan besera dêt û hemûyan serma eyankujê, tenya feqêyek nebê emênêtewe, emeyan be şi’ir serguzeştî em karesatî mirdine egêřêtewe.
27- «asman û zewî», hî «mîrza qadrî paweyî»ye, dûr nîye le nîwey dwayî sedey nozdeyema day nabêt, axir şi’rekey emeye:
qadir we fîday ebřoy taqit bo
we fîday gerd sim, pay buřaqit bo
28- «ḧewt peyker»
29- «dastanî dwazde swarey merîwan», emeyan kirdewey pîremêrdî suleymanîye.
30- «beytî cwamêr û daykî»
31- «nasir û mał mał»
32- «beytî şerîf û hemewen».
hełbest le kurdida dewrey konî dewreyekî zor seyr buwe, wate: biłêyn tozê lepêş dahatnî îslamewe ta sed sałêk dway îslam, ew honrawey hezar mêrd û cêşane ke lepêşa basman kird -eger řast bin- eweman pîşan eden ke serî be gelê qapîda kirduwe û zor şwênî dîwe. eger ew şi’raneşman be destewe nebê, dîsan ême lew biřwaye naxa ke şwên û meydanî nedîwe! çunke edebî pexşan le her qewmêka bû, bêguman edebî honraweyşî têda ebê. çon nabê? hełbest ke serçawekey xeyał û coş û xiroşî derûn bêt û edebî pexşan yekê bêt le cogelekanî, ebê xoy çon be guřtir nebê?! eme û dîsan kurd madam be zewq qisekirdinyan bûbêt, lemewe pêwîst ebê ke şi’rîşyan bûbêt. ewende heye dûr nîye butrê em qiseye naçête ser ke ełê: kurd le dewrî konda honrawey buwe, eger bîbwaye emayewe, bo çî edebe pexşanekey mawetewe? -wekû kurd xoy em dawaye eka- boçî edebe hełbestekey nemawetewe?!
qise ke le řwałeta řaste, bełam eger lêy bikołînewe naçête ser. carê nemanewey bo êste ewe nageyenê ke her neybuwe. dûhem honrawî řasteqîne eweye le zewqêkewe derbiçêt ke têkław be hîç şitêkî tir nebûbêt, betaybetî be xwêndewarîyewe. lepaş ewe ke îslam dahat hemû şi’ûrêk kewte ser şi’ûrî ayînî, ayînîş ebwa têkław be xwêndewarî ’erebîyewe bibwaye, -çunke zimanî ayîn bû- ke em têkławîye peyda bû hełbest le zimanî xwêndewarekanewe hemû wergeřaye ser ayînî. ewane ke xwêndewar nebûn kewtibûne ser ew biřwaye ke şi’ir her ebê bo’ayîn bê. xo ewanîş le řê û şwênî ayînî taze hîçyan lê ne’ezanî, bew bonewe layan wa bû ke řêgey şi’ir gîrawe! legeł eweş her bepêy zewqî xoyan şi’ryan wituwe, bełam leber ewe honrawekan be ayîn aşna nebûn, xwêndewarekan neyannûsîwetewe û hanehaneyekî waşî leser nebuwe, heta wekû edebe pexşaneke le singa bimênêtewe!
lepaş em dewreye dewrî ayînî hate pêşewe, lêreda hemû be carê destyan daye. bełê řaste îslam agirêkî way le diłî bwêj «şa’îr»ekanî dewrî naweřastî kurdida kirduwe ke şi’ryan leser payey huner ewt û ’atîfeyanî be corê bizwandewe, gelê gelê zyatir bû lew ’atîfane ke efsane û ayînî gawir le diłî şa’îrî sedekanî naweřastî mesîḧîda kirdyewe, bełam eger řastîşt ewê le barêkî tirda şi’rekanî hemûyan her wekû textey şetrenc ekewête ber çaw ke maddey daşekan yekêke ke ayîne, bełam fesał û basekeyan cyaye, daşekan her yeke nawî gyanleberêkyan heye wekû: şa, wezîr, fîl, esp, serbaz, ewende heye gyanyan nîye! emanîş lew dewreda fesałî şi’rekanî xoyanyan gořîwe, bełam ke seyrî ekey hemû le yek temûreyan dawe û be yek deng deng edenewe. eme wa nebê her şi’rî kurdî wabêt, bełkû farsîş serdemêk wa buwe û ’erebî xoyşî dû serdem!
eme le layekewe, le layekî tirîşewe eger le hełbestî ayînî layan bidaye û be mîsal, metḧîyatyan butaye, kes nebû şityan bidatê. şa’îrekanî ’ereb metḧî koşkî ’ebasîyekanyan ekird û farsekan hî bermekîyekan û şityan wer’egirt, eman metḧî kê biken?! benaçarî pałyan eda be ayînewe layan wa bû dunya ke xirap buwe, kewtibûne ser ew baweře ke dunya têkçuwe, be ayîn nebê řizgaryan naye!
ew şitane ke legeł wirdekarî nefsî û ’atîfey nihênîda aşnayetîyan heye bwêjanî kurdî ew dewre û tenanet dewrî sêhemîş zor tyaya berz bûn. xo êcgar le sedey hejdehem bem lawe core baweřêk řûy kirdibuwe şa’îranî kurd, ke hînekanî pêşû gelê lêwe dûr bûn. lem dewrey sêhemeda şi’ûr ta ehat nexşeyekî tirî wer’egirt. řaste kurd her çende şe’bêkî syasî nebûn, bełam lem tarîxe be dwawe -wekû edebî îngilîzî û ferensî lem tarîxeda- xoy le xoyewe edebeke meylî belay qewmîyetewe ekird. dîsan emeş řaste ke gelê le şa’îrî em dewre be dwawe her neyanzanîwe qewmîyet û me’nay qewmîyet çîye, bełam çunke şi’ûr biław bûbuwewe ke seyrî edebekey bikirê dû şitî lê wer’egîrê: yekê meylî qewmîyet, yekêkîş ewe ke şa’îr be corêkî ẍeyre mubaşîr tûşî em meyle buwe. şa’îrî waşt her lem dewre be dwawe ber çaw ekewê ke agirî kirduwetewe. herweha le edebî şa’îrekanî dewrî sêhemî kurdida wekû edebî ełman le sedey hejdeyema meylî serbestî řoḧî kirduwe bo tak (ferd) betebî’etî edebî řoḧîş ser ekêşê bo edebî syasî û komełayetî.
her lem dewrî sêhemeda dîsan lewaneye bwêjekan bûn be sê beşewe: beşêkyan êcgar xoy bew şewe mandû kirduwe bo ewe be dengî zengî wişekanî gwê biziringênêtewe, em beşeyan «nalîPerson» yekêke lewan, goya, geřawetewe bo sedey ḧevdehem bo «şempanya» le ferense, bolay «lavuntîn» y şa’îr, ya ew hatbête «xakuxołLocation» bolay «nalîPerson»! beşêkyan hemû amancêkyan derbiřînî me’na buwe û hemû koşşêkyan xistuwete ser me’na. şa’îre berzekey kurd «mewlewî» lemaneye. to biłêyt geřabêtewe bo sedey hejdeyem bolay «vołtêrPerson» şa’îrî berzî parîs, ya vołtêrPerson hatuwe bo «tawegoz» bolay «mewlewîPerson»! beşêkî tirîşyan xerîkî řoḧî ajawe û pelamardanî pyawekanî mizgewt bûn, yekêke lem beşe «bêkes». nabê emîş geřabêtewe bo sedey hejdeyem bo lay «řubirit bîrinzPerson» şa’îrî îsketlenda le «eyer»? yaxud ew hatuwe bo lay «bêkesPerson» le suleymanîLocation le «goyjeLocation»!
be corêkî têkřayî bwêjekanî kurd -hî her sê dewreke- min lew baweředam bêcge lew şepolane ke be seryana hatuwe heway nawçe karêkî zorî têkirdûn. eger xwêndewarî bo şa’îr şerit bêt, bwêjekanî kurd bêcge le beşêkî kemyan, hîçyan ew xwêndeware nebûn -ne le kona ne le tazeda- ke be piştîwanî xwêndewarîyekeyan bigene ew xeyałane ke deryan biřîwe. dyare mebestîşman be xwêndewarî edeb û xwêndinî tazeye, legeł ewe ke zorêkî zorîşyan her be carê hîçyan nexwênduwe, ke çî seyr ekirê berzî fîkirekeyan eger le şa’îrî qewmêkî tir beriztir nebê, wekû ewan her ebê, ca ba ewan sûçêkyan girtibêt û eman sûçêk, emeyan şitêkî tire.
zor le bwêjekanî kurd le kwêre dêyekda tenya asmanî gundekey xoyan nebê, hîç şwênêkî tiryan nedîwe, ke çî bazî xeyałyan gelê qujbinî taqî kirduwetewe. eme bêcge lewe ke karesatî aw û xak nebê hîçî tir be pyaw nîşan nada. wekû ewe jinêkî «menmî» ke be dirêjayî jyanî tenya nawçey menmî nebê hîç şwênêkî tirî nedîwe, we lewaneye her neybîstibê şi’ir çîye, we be çî ełên? dênê be zimanêkî sawîlke «’ezîz» û «tekiş» elawênêtewe û ełê:
bełê, ême nałêyn ke em core şi’rane le hemû sûçêkewe berzin, bełam etwanîn ewe biłêyn ke bo dem û pilî jinêkî çoł gerdî ḧerf nenas lew peřî cwanîyeweye ke wa bem core şirîtêkî sînema bixate kar, we lemewe zewqî kurdêkî deştekî pîşan bida.