seretay dahatnî edeb

From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 16 minutes  4072 views

ême ke qise le edeb û edebyatewe ekeyn, lepêş hemû şitêkda pêwîste bizanîn edeb çon dahatuwe?

bêguman dewrêkî zor zor beser ademîzadda têpeřîwe û agay le hîç core keyn û beynêkî nûsîn û xwêndinewe nebuwe, agay lewe nebuwe dewrêkî besera dêt ke řołekanî çaw ebřine ew hewa û xak û awane ke bawwibapîryan tyaya jyawin, bo ewe bełgeyekî řoḧîyan lêyanewe destikewê û bîken be awiřşênî diłyan, ke çî hîçyan berçaw nakewêt! řaste em bełgeye dest nakewê, bełam nabê êmeyş bikewîne ser ewbaweře û biłêyn: ew dewre ke nûsîn û xwêndinewe nebuwe, edebîş nebuwe; çunke bebêşk ademîzad lepêş nûsîna qisey kirduwe û em qiseye xałî nebuwe le edeb û le bîrubaweř, ke emeyan «tan»y edebe. ew ademîzadane ke bawwibapîrî êmen le eşkewt û çoł û byabanekana řayan ebuward, ke ekewtine êware le gwêy agirdanekanyana ko ebûnewe û qise û dengubasî eweyan egêřayewe ke ew řoje çon berengarî duřindeyek bûn! we çon xoyanyan lê parastuwe! we çon le aw û řûbar peřîwnetewe! we çon lew çurtime xoyanyan řizgar kirduwe! em core şitane heta zeman hate pêşewe emanîş hatne pêşewe, lemewe pileyek serkewt bo pya hełutin be xwayekanî şew û řoj û çake û xirape. way lê hat kuřekan dastanî bawkanî xoyanyan negêřayewe bo zařołekanî xoyan. bem kirdeweye binaẍekeyan dana bo edeb, newek her bo edeb bełkû bo yasa, bo řewişt, bo ayîn.

em qiseye ke eyłêyn, wa nebê hewa pêwan bê bełkû le řûy bełge û soraxewe eyłêyn. çunke kontir çîrokêk ke geyştuwete ême, wekû temaşa ekirê, piřyetî le amojgarî û taqîkirdinewe û şitî bekełk. dey eme pyawêkî sawîlke natwanê eme dabnê, bełkû gelê dewr û gelê taqîkirdinewey dîwe ta geyştuwete ew şite ke êste ême gwêman lê ebê. duwem, êsteyş le zor şwênî ser zewîda gelêkî tir lew ademîzade sadaney dewrî eweł her mawnetewe. dastan û efsaney emane ke lenaw xoyana eygêřnewe, dastan û efsaney řabuwardinî ademîzadî dewrî ewełman pîşan eden

lemewe eweman bo derkewt ke edeb zimanêkî zor dûr û dirêj her beser zimanewe bû, em eygêřayewe bo ew û ew bo ew, îtir ne qełemî dîbû ne kaẍez. wekû êste ke sedey bîsteme û dunya perdeyekî tirî wergirtuwe, ke çî edebî çîrokî û xeyałî kurd hêşta her nekewtuwete ser kaẍez, emeyan çaktir bełgeyeke bo ême ke sereta edeb le qewmêkewe serî hełdawe, hîç agayan le nûsîn û xwêndinewe nebuwe. ke wa bû jyanî ademîzad le seretawe ta êste hîç dewrêkî nebuwe ke xałî bêt le edeb. ewende heye şî’rî le pêş eweda wituwe ke nûsîn -«nisir»y fennî- peyda bibê, çunke şî’ir zimanî wîcdane û nûsîn hî ’eqił, pyaw hest be wêjdanî xoy eka lepêş eweda ke ’eqił bika be aletî fîkir kirdinewe.

ademîzade ser û pêřûtekanî pêş tarîx ke be darekana heł eznan û lem liq bazyan edaye ew liq, hawaryan ekird: «řa, řa, řa. bû, bû, bû» a em dengey ewan bû be binaẍey ew edebe ke êste ême pêy ełêyn «şî’ir»; a em denge ke ewan gimegmyan pê ekird le hełpeřkêda, zîře zîřyan pê ekird le tûřeyîda, nirke nirkyan pê ekird le şeřda, bû bem qałbe ke êste wişey cwanî qafyedarî pêda eřêjin û bew wişane te’îbir le xeyałatî zor berz edeynewe. ke wa bû şî’ir yekemîn payey edebe, her hat û serkewt heta way lê hat le wîcdanewe pelamarî da bo ’eqił ke «nûsîn - nesrî fennî»ye.

şî’ir le hemû dewrêka le hemû qewmêka gořan û hełsûkewtî besera hatuwe, sereta be corêkî sade peyda buwe û te’bîrî le ’atîfe dawetewe, lepaşa xizmetî cwan kirdinî wişey kirduwe, lepaşa lem qapîyewe ewende çuwete jûrewe heta ’atîfey lejêr cwanî wişeda pilîşanduwetewe, her amancî cwan bûnî wişe ke buwe. lepaşa merdim bergêkî tirî leber kird ke çî şa’îr her le qafyey xoy nekewt. lepaş emane carêkî tir şî’ir geřawetewe bo ewe ke te’bîrêkî nazk le ’atîfe bidatewe.

ke zanîman şî’ir yekem payey edeb bû, ebê eweş bizanîn ke yekem car kahîn û pyawe ayînîyekan qapîy edebyan kirduwetewe; hatûn sirûdî ceng û çîrokî pałewanan û bîrubaweřî ayînîyan xistuwete qałbî şî’rewe bo ewe çak leber bikirê, lepaşa leber ewe ke edeb sêberî komełe, bepêy gořanî çonyetî jyanî komełayetî û syasî, edebekeş gořawe, heta komeł be hoy binaẍey maddewe pêştir kewtibê, emîş pêşkewtuwe. ebînîn le seretada leber ewe yasay komeł řêkupêk nebuwe û her le şax û kêw pêwîstî jyanî be řaw kirdin û canewer kuştin pêk hênawe, edebekeşî her lew payeda buwe, ke aławe be lêwarî efkarî piřupûçda û xêy dawete hêzekanî tebî’et, edebekeşî her ew perdeye wergirtuwe, ke pileyekî tir hatuwete pêşewe ئەەبەکە buwe be corêkî tir. em jyane ke em edebey gořîwe hemûy le bend û bawî abûrîyewe ser heł’eda. lem qiseye eweman bo der’ekewê ke hendê kes lepênawî abûrîyekeyda zorî peyda kirduwe û azoxey xistuwe û be hoy ew azoxewe buwe be gewrey hendêkî tir. ke em yasaye dahat kirdye karê ke yasay syasî peyda bibêt, ke em duwe peyda bûn karesatî edeb kewt be barêkî tirda; kewte ew bare ke be şî’rî cwan te’bîr le ’atîfeyekî xwên bizwên bidrêtewe û bixiwênrêtewe û merdimeke hełxiřênê bo ewe deste deste bwestin û şa’î řî her deste be şî’ir berey xoy bika be gij ewî tirda, ya bêt be şan û bałî xêłekey xoyda û tanût bida le xêłekey beranberî. emane hemû kirdyane karê ke şexsîyetî tak «ferd» tozê derkewê, bełam newek zor.

***

lepaş emanewe yasay «otokiratî» (ḧukmî mutłeq) le qewmî dewruberî řûbarekanada hat, emane be hoy nizîkbûnyan le awewe xêr û xêratî kiştukałyan zor bû. be tebî’et xwardemenî le caran gelê zortir bû, le me’nada em xwardemenîye zyatir ekewête dest ew kesane ke gewretir û behêztirin; lêreda yasay padşayetî hate pêşewe û bere bere perey send, wirde serok û aẍa -ke caran her xêłê bo xoy serokêkî serbexoy hebû- hemû kewtine jêr fermanî ew padşayewe, way lê hat padşa dest û peywendekey bûn be bereyek, řemekî merdimekeş bereyek. be tebî’et ew kesane ke xwa pêdawî şî’ir û çîrokî û edebî ’atîfe bûn? kewtine berzkirdnewey padşa û dest û peywendekanî; hatin be şan û bałî xwakan û ew kesaneda ke berdî binaẍey «otokiratî»yan danawe. ca eme ewe be ême pîşan eda ew edebe otokiratîye, ke çuwete pêstî şî’rî çîrokî û şeřuşořewe, hîçî tirî pê negeyanduwe tenya karesatêkî maddî nebê, ke bû be zahîreyekî komełayetî. lem gořanî otokiratîyeda komeł ne temaşay yekyetî xwênî xoy eka, ne yekyetî nejadî, bełkû hêzî padşa hemûyanî kirduwe be yek beranber beme serane le wirde serokekan estênê û goya eyanparêzê le dujmin. leman waye padşa řast eka. eyanparêzî û bo ewan ’ezyet ekêşê, bełam le řastîda wa nîye, bełkû leber eweye ke em seraneye le dest derneçêt. ca leber karesatî otokiratî padşa? wirde serok û řemekî merdim xoyanyan le fîkir eçêtewe û hîç şitêkyan be diła naye tenya gewreyî padşa û hêzî padşa nebê.

karesatî «otokiratî» gelê qewmî lejêr taqe yasayekda ko kirdewe, em qewmane her yeke le telêk lêyandawe û awazêk xwêndûyane, tebî’etî kobûnewekeyan lejêr em xêwetey otokiratîyeda ekate karê ke be ’en’enatî yek aşnabbin û le řewişt û ’adetîyek wergirin û le axirda fîkirêk le ḧałî xoyan bikenewe; eme ser ekêşê bolay şaristanî û şit dahênan, ser ekêşê bolay ewe ke bazirganî bêgane bixrête birew. serkêşanekeşî leber eweye ta wekû otokiratî bitwanê bazařî pîşesazî û kiştukałekey xoy pêşxa. emeş dyare her wext ke pêwîstî merdim zor bû arezûyan zor ebê, ke arezûyan zor bû be tebî’et edebîş pel pel ebêtewe, çunke kabra ke gořanî besera hat, asoy xeyałî biław ebêtewe, edeb le qisewe ebê be nûsîn û řuwe û pêşewe eřwa, êcgar çunke řuwe û pêşewe eřwa çunke nûsîneke wirde wirde le edebe «otokiratî»yeke edzêt û eyka be edebî «dîmukiratî».

lem dewre otokiratîyeda qewme kone şaristanîyekan agadar bûnewe û aşna bûn be «temsîl» (lasayîkirdinewe) û xêyan daye bas û xwasî ayînî û efsaney piřupûç. lemewe řoḧî edebî le çaw dewrî komar nişînî û derebegîda gelê pêştir kewt, wekû ebînîn le «babilLocation»da padşa û kahînekan eçûne kobûnewe ayînîyekanewe û peristigakan řengêkî şanoy wer’egirt. herweha mîsrî konîş hełpeřkê û muzîqay le perdey şanoyekî ayînîda gořawe, wekû çon «kurd»e konekan gelê car řewştî ayînîyan le şêwey hełpeřkê û semada nwanduwe, yonanî kon -ke homîrûsî şa’îr basî eka- cejne pîrozekanyan be kobûnewey sema û goranî û lasayî dirust ekird. emane hemû gelê gelê beriztir bûn lew dewre ke ademîzad deştekî û kêwî bû; çunke be aşkira lem dewreda ebînîn ke şî’ir -çi hî goranî çi hî şeřuşoř- pile pile serkewtuwe û geyştuwete çiłepopî berzî, le fîkirî duřende kuştinewe buwe bew fîkire ke şa’îr basî jyanî însanî poşraw û řwałetî bika -ke jyanî ’atîfe û řewişt û ’adete- betaybetî xoy şî’rî çîrokî her qisey lêwe nakirê, boyeş wa berz bûbuwewe, çunke gewrey řasteqîne -ke padşaye- peyda bû, bû be xawen samanêkî weha ne le wizey serkomara bêt le dewrî ’eşretîda, we ne le wizey serokda bêt ne le dewrî dîmukiratîda, tenanet zor kes le merdimeke eyanut padşa řaste û řêk le xwawe ferman wer’egrêt û nimayndey ewe, eger ew le piştî nebê wa bem core zil nabê, xo eger ew padşaye pałewan bwaye û le fiřufêłî şeř û meydandarî şitêkî bizanyaye, ewe êtir çikê le xwar xwawe bû! ca samanekey padşa û be xwazanînekey kirdyane karê ke şa’îr bew core agirî têber bibê bo berzkirdnewey şî’rî çîrokî.

nûsîn (nesrî fennî) lem dewrey otokiratîyeda payey her leweda bû ke be dewr amojgarî ayînî û řaz û nyazî cadûgerî û bas û xwasî cinoke û kaẍez nûsînda hełî exsitewe, legeł emeş eger timaşa bikeyn le çaw dewrî komar nişînî û ’eşretîda her pêşkewtuwe; wekû le çîrokekanî babil û efsaney gwêy agirdanî û kurd û dastanî hînduřazî û mîsrîyekana eybînîn. ewende heye nesrî otokiratî gelê girantire le şî’rekey, nemanewê şî’ir ememan pîşan eda, bełam be pêçewaney hî kurdî, emyan nesrekey mawetewe û şî’rekey tyaçuwe, le layekî tirîşewe ebînîn ke beserhatî mozîqay nesrî fennî betewawî wernegîrawe, newek her ew wexte, bełkû êsteş dîsan řêçkeyekî řêkupêk bo nesrî fennî her nîye.

***

maweyekî baş bem core řoyşit, kitupiř «dîmukiratî» le asoy ’alemewe derkewt û kirdye karê ke arezûy baweřî abûrîy berz bibêtewe, dozerewekan (mustekşîfArabic) kewtine hełsûřan bo cêbecêkirdinî naw û jyan û bo zorkirdinî mał û saman. bemewe hendê pyawî tir peyda bûn û hoşyan daye serbestî tak «ferd» û piştyan le «otokiratî» hełkird, be dunyada geřan û le serçawey baweř û xwêndewarî û arezûy hemû qewmêk awayan xwardewe. be tebî’et emane îtir lewane nabin ke xoyan bibestin be yasay «otokiratî» û «dîktatorî» taqe padşayekewe -ke qisey ew leser qisey gewre û biçûkî şe’bewe bêt- bełkû koşşî wêrankirdinî dar û berdî ew binaẍeye eken û xerîkî peydakirdinî piştîwan ebin bo ewe ew yasaye betewawî hełgirin û yasay dîmukiratî le şwên danên. amancî em yasa tazeyeş řêznane le şexsyetî tak û beşdarkirdinyetî le serbexoyî zatî. dyare ew amancey heye boye baweřî taze û dahênraw û pîşegerî taze dahat û bebê pişû bo pêşewe hengawî hawîşt. ca emane hemû bûn be hoy ewe ke edeb perdeyekî tirî besera bêt û bikewête ’alemêkî tirewe.

eger sinûrî edebî ’eşretî û xêłekey taqe hewarêk bû -çunke bûbû be edebî tîreyek û layan wa bû tenya řegez û xwênêk koyan ekatewe, weya eger edebî otokiratî pabendî taqe padşayek bû, çunke layan wa bû be gewrezanînî yekêkî tir le desełatî ’eqłida nîye- edebî dîmukiratî bû be edebî ’alemêk û yasay xêłekey û otokiratî wekû tomar pêçayewe, serbestî û azadî da be hemû takêk, gewre û biçûkî cya nekirdewe, aẍa û cûtyarî belawe yek bû, ew serbexoyî takîye û şexsîyetî takîye ke eyda be gewretir pyawêk, her eweşî eda be biçûktir kesêk. dyare em serkewtinî edebe bo teqdîrî ferd lifedwaney serkewtinî komełeyeke û her yeke lem komeł û edebe ebin be awêne bo ewî tiryan.

edebî dîmukiratî řasteqîne man’a le lêbûrdin û bezeyî edatewe û meyl be lay ewewe ekat ke tak beřêwe berêt. ca em core edebe eger le sertawe yasay otokiratî bałî nekêşaye beserya û merdimî nixistayete jêr eşkencewe, ew komełe edîb û be fîkiraney tya hełne’ekewt, ke wa bangî azadî biden û daway şitêkî çaktir biken. emeş dyare ke cyayîyekî zor heye lebeyn edebî otokiratî û dîmukiratîda; çunke hî otokiratîyeke her bo berizbûnewey taqe taqe kesêk buwe, bełam hî dîmukiratîyeke be pêçewaney ew, koşiş eka bo berizbûnewey edebî lasayî «timsîlî», ke eme jyanî řemekî merdim pîşan eda. eme xoy em kirdeweye enwênê, le layekî tirîşewe kobûnewey merdim le şarekana û çawbiřînyan le serencamî řojane û xełk taqîkirdineweyanîş piştîwanî eka. bełê, řengibê edebî lasayî dîmukiratî wekû edebî şanoy otokiratî layengirî bargay padşakan û jyanî ayînî şe’b negrêt, bełam leber ewe ke her legeł ew şitaneda xerîke ke aşnayetî ẍerîze û tebî’etî ademîzadî heye, gelê gelê le otokiratîyeke beriztire. sereta yekem kes ke şanoy řabuwardin pêgeyandinî bo têkřayî merdim dana komarekanî «esînaLocation» bû, beřastî eman edebî lasayîyan geyande çiłepope. ke ewrûpa baweşî kird be dîmukiratîda ewîş her şwên esîna kewt. şî’rîş lem sê dewreyeda şan be şanî gořanî ewan gořawe, seyr ekey şî’rî dewrî ’eşretî û xêłekî kabra xoy win kirduwe û tenya řoḧî xêłekey nebê hîç ’atîfeyekî zatîtrî lêwe dernakewê.

şî’rî dewrî otokiratî her xerîkî berzkirdnewey padşa û dest û pêwendekanî û xwakane û hîçî tir. bełam şî’rî dewrî dîmukiratî şa’îr hest be bûnî xoy eka û ’atîfey zatî xoy be puxtî der’ebřê. ewende heye le şî’rî çîrokîda pêçewane ebêtewe; çunke hî dewrî otokiratîyeke beriztire, hoyekeşî eweye her ke keyn û beynî komełayetî têkçû ew řêçkeyeş têkçû, tenanet eger yekêk bîwîstaye ’atîfeyekî qewmî be basî řabuwardinî řabirduwan binwênê, penay ebirde ber nûsrawî tarîxî û ewende gwêy be şî’ir û çîrok ne’eda. hendê le şa’îre tazekan wekû «mîltonPerson»y îngilîzî û «xanay qubadîPerson» ke wîstyan şeřuşoř le şêwey otokiratîda zîndû bikenewe, bełam her pêyan nekira. ewende heye eger pyaw bête ser nûsîn ebînê le hîç dewrêka cwanî û berzî dewrî dîmukiratî nebuwe, ke eme telîsmêkî seyre; çunke ademîzad be hezaran sał qisey kirduwe lepêş eweda ke «hîrodêtPerson» û merdimî tir bêne kayewe, ke çî wekû biłêyt ew hezaran sałe çaweřêy dewrî hîrodot û ewanî kirduwe.

le layekî tirîşewe, dîsan temaşa ekey otokiratî û řikî girtibû leser ewe eyut: «tak (ferd) bo dewłet û fermandare». ke çî bepêçewaney ewe dîmukiratî eyut: «ne, dewłet û fermandar dirust kirawe bo tak». ca leber em bangey dîmukiratî wa ebînrê hemû sûçêk bizûtneweyekî kitupřî beserahat û bo pêşewe tekanî da, çi le dahênan û çi le edeb. her leber emeş bû ke nûsîn be hemû çeşnekeyewe wa be xêrayî pêşkewt, çi le babet mêjuwewe çi kaẍez û witarî edebî, çi nûsînî gep û gałte û felsefî, ke emane hemû kirdyane karê ke řojname û govar bête kayewe.