edebî ziman

From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 5 minutes  3599 views

mebest bem edebe ew gewher û qise cwananeye ke le dû lêwî şa’îr û edîb û nûserî ew qewme dête derewe û te’bîr le xeyałî nazkî ’atîfeyekî bîrubaweřyan edatewe. emanzimanî zimanekeyanin, bulbulî baxî edebyatyanin, boye wane çunke ew şitey ewan eyłên şi’ûr ebziwênê, gyan eleẍzê nê. ke wa bû eman zimaneke řayenin û berzî ekenewe. dîsan edeb wekû çon eme egrêtewe eweş egrêtewe ke her şitêk le her zimanêka û le barî ’îlmî, ya destikirdî cwan, ya pîşeyekî nayaba witrabê. leser em qiseye her şitêk şapeřî xeyałî şa’îrêk, ya destinexşînî destiřengînêk, ya pîşegerî pîşe sazêkî geyştibêtî, edebe û be edeb da’enrê.

mêjûy edeb:

ke witra mêjûy edeb mebest ’îlim û zanînêke ke bas le çonyetî loẍet û ziman û şitî cwan û ew şî’ir û nûsîne nexşînane eka ke řołey ew zimane le lapeřî mêjûda bo paş xoy hêştuwetewe basî ew berzî û nizmîyaney eka ke karesatî dewran beserya hênawe. wekû eme egrêtewe, eweş egrêtewe ke dwan û qise kirdine le eḧwałî hełkewtuwanî aşnayanî qełem û şî’ir û ziman û hełsengandinî danra û bîrubaweřekanyan legeł kar kirdinî hendêkyana lebarî fîkir û pîşeda. ca mêjûy edeb a bem me’naye şitêkî tazeye û «îtalyayî»yekan le sedey hejdehemî mîladîda em naweyan bo dana, ke řoj hełat û řojawa xoyan lêk hełsû û em naweş kewte nawewe. her yek lem tarîfane ke pyaw seyrî eka, lewaneye man’ayekî taybetî bê bo mêjûy edeb. egîne be corêkî têkřayî tarîfî mêjûy edeb: zinḧîre baskirdinêke ke legeł zeman û zimana hatbêt, basî ew şitane bika ke le kitêbekana nûsrawnetewe, leser berdekan hełkenrawin, le lapeřey řojnamekana xirawnete ber çaw. - ke dyare emane te’bîr le ’atîfe û le fîkir edenewe - we ya ’îlim û hunerêk be pyaw nîşan eden, weya perêze carê karesatêkin. herweha her lejêr em man’ayeda eweşî têdaye ke bas le zana û ḧekîm û kitêb danerekanîş bika û řêge wipayey huner ’îlmekeyanman bo derxa. mebest lemaneş hemû her bo eweye ke pyaw bizanê le řewřewey řozgarî pêşûda le çi wextêka ’îlim, ya pîşe, ya huner berzî û nizmî besera hatuwe.

kełkî mêjûy edeb:

eme aşkiraye ke mêjûy edeb aşnayetîyekî zorî be jyanî qewmewe heye; çunke agadarî peyda kirdin beser ziman û loẍet û ew şitaneda ke le kirdewey eqił û diłe yekêke lew binaẍe here qayîmane ke qewmêk yekyetî û şeref û mayey şanazîy xoy leser da’emezrênê. eger qewmêkit bêbeş kird lew edeb û ’îlmaney ke le bawbapîryewe boy mawetewe û nahomêdit kird le peyřewî kirdinî ’en’enatî qewmî û edebî xoy, ewe hîçit legeł nekirduwe tenya ewe nebê ke meharit kirduwe û řay’ekêşî bo lay dîlyetî hoş û fîkir, ke eme gelê xiraptire le dîlyetî syasî, çunke nexoş kewtin û be suxre girtinî leş dûr nîye be daw derman çak bibêtewe, bełam hî fîkir û hoş mirdinêke bo ew qewme ke hîç pizîşkêk natwanê dermanî bika.

beşkirdinî mêjûy edeb:

mêjûy edebî birayekî biřbiře piştey mêjûy syasî û komełayetî hemû qewmêke û bebê yek nayankirêt, bigre mêjûy edebî le çaw mêjûy syasîda benirxtir û bekełkitre û meselekeyan wekû meseley fîkir û kirdewe û baweř û hêz waye. her bizûtneweyekî komełayetî û syasî gumanî têda nîye ke le ajawey fîkirîyewe ser heł’eda; emeş yekem car leser zimanî şa’îr û le nûkî qełemî edîb û ’almekanewe dête berhem, lemanewe wirde wirde be hoy nûsînewey nûserekan û xwêndinewey xetîbekanewe etenêtewe bo merdimî tir û înḧa bizûtnewe ser heł’eda. ca leber eme êmeyş wîstiman mêjûy edebî qewmî xoman ke «mêjûy edebî kurdî»ye be gořanî zeman hałuhewałî komełayetî û syasî bikeyn be sê beşewe:

yekem: edebêkî zor konî çîrokî û řaz û nyaz ta egate sed sałêk paş seretay sedekanî naweřast û tozê paş seretay îslametî.

duwem: le seretay sedey ḧewtemî paş mîladewe ta egate sedey ḧevdehemî mîladî, ke dûsed sałêk dway dwayî hatnî sedekanî naweřast ekewê.

sêyem: le sedey ḧevdehemî mîladewe ta îmřoj.