demit bêne be qurbanî wefatim

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  916 views
demit bêne be qurbanî wefatim
qibûłme min lecêy mûçe û beratim
le hîcrana ewa řencûr û zarim
were bałîn heta mawe ḧeyatim
hemû kes wesfî yarî xoy le deste
beẍeyrez min, ke her cwêne xełatim
le textey nerdî ẍemda, ey nîgarim
xerîkî şeşderî hat û nehatim
witî: xurşîd û meh, řûyan epoşin
le goşey banewe, weqtê hełatim
ełêy eḧmedPen name le kuştin řû degêřî
le beḧsî ’îşqida min zor bezatim