dyarîy lawêk

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 7 minutes  721 views

maweyekî zor bû danîştiwanî şareke çaweřwanî hatnî karwan bûn, çunke le řojgarî pêşûda hemû şitêk û pêwîstîyekî dîke, le şarêkewe bo şarêkîtir be hoy karwanewe degwastiranewe, bełam maweyekî zor bû karwan nehatbû, şitumek û pêwîstî le bazařda zor kem bû bû, danîştiwanî şareke çaweřwanî hatnî karwan bûn, řojêk deng biław buwewe karwan geyşit, xełkeke zor diłxoş bûn. bełê karwan geyşit, şitumek gwastirayewe bo koga û dûkanekan, ew řoje řoyşit, řojî dwayî xoy dekřî û berew mał dekirayewe, tenya kuřêkî lawe nebê, ke hîçî nekřî bû, serî be hemû koga û dûkanekanda dekird, zor be wirdî serincî deda, yekêk le xawen koga û dûkanekan řûy kirde kuře laweke û pêy gut: «ey kuřî law wadyare be şwên pêwîstyekî taybetî kewtûy û lêy degeřêyt û naydozyewe» laweke le wiłam da gutî: «bełê kakî bazirgan pêwîstîm be şitêk heye û be şwênîda degeřêm bełam naydozmewe û tenya her bo ew ’ewdałim» bazerganeke řûy kirde laweke û pêy gut: «ey kuřê law ewey be dwayda degeřêy û detewê bîkřî pêm biłê çîye?» laweke gutî: «milwankeyeke şayanî dyarî bêt bo xuşke xoşewîstekem, ta bitwanim be diłnyayî le gerdenî bikem!» bazreganeke pêy gut: «ey kuřî law ewey eto be dwayda degeřêy lay min çing dekewê! bełam boye nayxeme pêş çawan çunke nirxî yekcar girane û hemû kes natwanê bîkřêt!»

laweke gutî: «min amadem be hemû nirxêk bîkiřim û bom bêne temaşay bikem.» bazergan hesta sindûqêkî hêna û serî hełdayewe milwankeyekî hêna û daye dest laweke û pêy gut: «wabzanim ewey ke detewê bîkřî eweye» laweke milwankekey wergirt û temaşay kird, milwankeke birîtî bû le çend dane gewherêk le ser her gewherê pîtêk nûsra bû, hemû pîtekan em dêře nûsîne bû «be hoy [.] azadî, řizgarî, bextyarî dest dekewê!»

laweke gutî: «kakî bazirgan lem nûsîne hîç tê nagem wadyare em milwankeye dane gewherêkî lê kem kirabêtewe, çunke nûsîneke bê encam demênêtew û eto nazanî ew gewherey ke le gerdenda cêgay çołe çî leser nûsrawe?» bazirganeke gutî: «ey law min nazanim kemukořî gerdaneke çîye? min herweham kiřîwe û her wehaş deyfiroşim û zor kes le pêş toda kiřîwyane û bo xoşewîstekanyan birduwe» laweke gutî: «zor başe eme nirxî çende?» bazirganeke gutî: «carê nirxekeyt lê wernagirim, fermû ewe milwankeke bîbe eger xoşewîsteket be diłî bû, ew pêt dełê nirxî çende? her katê geřayewe bo êre parekem bo bêne xo eger lêy weregirtî ew kate gerdanekem bo bênewe.» laweke gutî: «lêt wernagirim heta nirxî milwankeket pê nedem!» bazirgan gutî: «ey law le řastîda minîş nirxî nazanim bełam biřwayîm be to heye, fermû eme milwankekew, lêre berew başûr gořistanêk heye eger biçî bo ewê afretêk debînî lêy bipirse, ew dezanê nirxî milwankeke çende?» laweke milwankekey wergirt û berew gořistan řoyşit ta geyşte ewê û dîtî afretêk leser gořêk degrye û firmêskî xwênîn debarênê bo cigergoşe cwanemergekey. laweke be dîtnî afreteke sersam bû, bêdeng beramberî řawista û maweyekî zor temaşay kird ta afreteke serî biłind kird û řûy tê kird û pêy gut: «ey kuřî law lem gořistane çi karêkit heye û be şwên çîda degeřêy!» laweke gutî: «daykî beřêz milwankeyekim kiřîwe bo xoşewîstekem, demewê be dyarî boy bibem bełam xawen milwankeke nirxekey lê wernegirtûm û pêy gutim bîbe bo gořistan lewê pêt dełên nirxî çende? minîş hatûm lêt bipirsim nirxî milwankeke çende?» afreteke pêy gut: «kwa milwankeke!» laweke destî xiste gîrfanî boy derhêna, afreteke temaşay milwankekey kird û řûy kirde laweke û pêy gut: «ey law to natwanî bigey be xoşewîsteket û em milwankeyey le gerdenî bikey! çunke em milwankeye gewherêkî keme û heta em gewhere le şwênî xoy danenrêt, milwankeke be natewawî demênêtewe û nûsînî gewherekanî dîke hîç watayekî wa nabxişê ke pêy diłnyabî û etoş be awat nagey û her wekû ewaney le pêş toda hatin û be awat negeyştin! ey law temaşay em gořistane bike, ke pêy dełên gořistanî gyan bextikeran, hemûyan lawî gyan fîdakar û dilêr bûn, lêreda gyanî xoyan bext kirdû û hîç kamyan neyan twanî dyaryekanyan biben bo xoşewîstekanyan û be awat bigen!» destî dirêj kird û le baxełî çend dane milwankeyekî derhêna û gutî: «ey law xawenî em milwankane wek to bo xoşewîstekanyan diłsoz bûn çunke em milwankeye wekû gutman daneyekî keme, heta em daneye peyda nekirêt û le şwên xoyda danenrê nûsînî milwankeke hîç watayek nabxişê û kes lêy tê nagat û herkesê bitwanê em daneye dest xoy bixat û le nawî da daynê ewa milwankeke tewaw debê û detwanê le milî xoşewîsteketî bikey,» laweke gutî: «ey daykî beřêz eger hatu em gewhere peyda kira û le şwên xoy řîz kira nûsînî ser milwankeke çon dexwênrêtewe?» afreteke gutî: «ew dane gewhere leserî nûsrawe «yekêtî». ew kate hemû gewherekan be řîz bihondirênewe nûsîneke bem core dexwênrêtewe: «be yekêtî, azadî û řizgarî û bextyarî dest dekewê!»

ey law temaşa ke ewaney lem gořistaney xo bextikeran gyanî xoyan siparduwe û negeyştûn be awat!» laweke gutî: «ey daykî beřêz debê ew gewherey milwankekey pê tewaw debê her peyday bikem ta bitwanim le gerdinî xoşewîstekemî bikem, ey daykî beřêz em gewhere le kwê dest dekewê? bełên bêt min be her nirxêk bêt bîkiřim!»

afreteke gutî: «ey kuřî law ew bazirganey em gewherey la dest dekwê, natwanê bo em dewrubere bêt , çunke lew bazirganane detirsê ke em milwankane defroşin û bazirganî pêwe deken! kewşey birîqedarî wekû azadî û řizgarî û bextyarî leser nûsrawe û le berjewendîy em bazirganane nîye, ew bazirganey gewherî «yekyetî» le la dest dekewê, bêt bo em dewrubere çunke debête hoy sist bûnî bazař û kem bûnî dest kewt û aşkira bûnî dero û delese û xyanetkaryekanyan. êstaş ey kuřî law, gwê le amojgarîy daykî xot bigre û hitir êsta bigeřêwe bo lay daykit û bawke pîr û hejareket çunke zorit pêwe mandû bûn û řencyan pêtewe kêşawe û be xořayî cigersûtawyan meke û gyanî xot bê hûde le dest mede. laweke gutî:» ey daykî beřêz û ciger sûtaw zor supast dekem, bełam bełên bê negeřêmewe ta be amanc degem û gewherî «yekêtî»we dest dênim! legeł ew lawaney ke kiřyarî milwanken bo xoşewîstekanyan, debê be her nirxê bêt peyday bikeyn û le milî xoşewîstekanmanî bikeyn. ay çende be nirxe yekêtî çunke azadî û řizgarî û bextyarîman pê dest dekewê.

afreteke řûy tê kird û pêy gut: «ey lawe be hîway geyştin be amanc biřo xwat legeł bê!»