xeyałim waye xełqe min ke terkî ’îşqî diłber kem

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  771 views
xeyałim waye xełqe min ke terkî ’îşqî diłber kem
îtir mîhrî perî řûyan be yekcarî le dił derkem
eger dił bêt û meylî gułřuxan û nazenînan ka
le sîney laberim, letlet be nûkî tîjî xencer kem
le daxî sîlsîley tuřřey nîgarî nazenînî xom
ebê terkî wenewşe û sunbul û hem ’etir û ’enber kem
ełên diłber legeł minda diłî sarde, řeqîb şade
ebê xak û giłî ’alem îtir min her leser ser kem
ke bałay dulberî dî serwî bustanî witî şerte
îtir xom dernexem, terkî lîbas û bergî exzer kem
heta key her le dûrîy to emin bêm û biçim cana
be bê sûd boç nîgehbanî guł û gułzarî bê ber kem
eger şew ser leser xiştê bikem bakim nîye çunke
be awî dîde ummêdim wehaye ba leşim teř kem
witî ’aşiq dest bo çî le zułfim ber’edey emşew
witim takey řefîqî ’eqrebî ceřřař û ejder kem
eger bê maçî lêwî dulberit to deskewê eḧmedPen name
ḧeram bê ger îtir yadî beheşt û ḧewzî kewser kem