piř le şwênewar kogay destikirde

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  608 views
piř le şwênewar kogay destikirde
şarêkî kon û dêrînî kurde
hemû pênc pîte bê zyad û kem
be ebced dekat sed û bîst sê kem
dû pîtî pêşî bixere lawe
nawî awazêk ewey ke mawe!
sê pîtî dwayî be pêçewane,
nawî şarêkî konî kurdane
yek û çwar û pênc legeł sêyemîn
ger ewman nebê zistan çon dejîn
sê û pênc û çwar bo ’am û xasî
ger hełî girîn kes kes nanasî
meteł tilîsme ger bîşkênî,
girewî huner bo xot derfênî!
wełam: «nînwa»