yar maçî lêwî xoy ke bika êste bom berat

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  1177 views
yar maçî lêwî xoy ke bika êste bom berat
lam xoştire le şehd û le sed çeşmeyî ḧeyat
yařeb letukut û şequpeq bê diłim eger
bê yadî to bê yek dem û yek an û yek se’at
carê be tîrî ẍemze diłim kun eka demê
zerdexene û nîgahî lenwê pêm eda ḧeyat
fermûy birale to serî xut laço zû biřo
pêm wit keremke maçî demit êste bo birat
cwêndan û tûřebûn û qisey tund û tałî to
lam çatre le nuqił û le camêkî piřnebat
qurban ẍułamî qapyeket eḧmedPen namee be dił
sa bîkuje le derd û elem bîde zû necat