nîgarî şox û şîrînim çi řûy daye ke toraye?

çarenûsî şa’îr pênc xiştekî leser şî’rî hêmin
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 3 minutes  1405 views
nîgarî şox û şîrînim çi řûy daye ke toraye?
demêke ew diłey zarim duçarî derdî sewdaye
beheşt bo dozexîş biřwa bifermû řaste her waye
behar bû fesłî zistanim eger yarim degeł baye
diroye ger gutûyane be xunçêkî behar naye!
le jînî piř le jan û derd û xem xoşîm nedî řojî
debê her serkewm bo berzî kêwî arezû řojî
bełên waye newestim ta mebestim dête dî řojî
le baranê mepirse ta hewr bigrê berî řojî
debê bigrîm heta řûy to le jêr çarşêwî řeş daye
mebe bayî be bałay berzî serwî serkeşt axir
ke aram nabê marî zułf le řûy pişkoy geşt axir
eger çîn hêzî xoy bênî, bibête haw beşt axir
henasem la eda çarşêw û řûbendî řeşt axir
hewr her çende piř bê kwa ḧerîfî qudretî baye
diłî zarim demêke na bełed bû kewte nêw dawit
tikakarim ke řizgar bim le çînî perçemî xawit
řewişt û dadperestît bûyte nirxî şoret û nawit
le jêr sayey biroketda ḧukmiřanî deka çawit
le sayey doxî şimşêre ke ḧakim ḧukmî îcraye
le řojanî jyanmida le şadî kirdimit bê beş
ewendem tał û swêrî çêşt heta xistimte çałî heş
ewêsta şareza bûym û nizîk nabim le fend û ẍeş
leser befrê be kar naye wekû bîstûme daway řeş
leser kołmet edî bo diłgire ew biske tataye!
eger hêzî siruşt pencey huner karî bicûlênê
be zeḧmet peykerêkî çeşnî bałay to bixułqênê
debê vînosî xway cwanî wekû to xoy bixemłênê
huner natwanê cwanî to be hîç şêwêkî binwênê
lemeř meř çon detaşrê heykelî em bejin û bałaye?
şew û řojim hemîşe lêm cuda nabê xeyałî to
eger çî xom dezanim serkeşî û şoxî û delalî to
le her kwê bête ber gwêm def’eyek mijdey wîsałî to
peřîşî bo zewe sucde debem min bo cemałî to,
edî bo çî deyan gut: dar ke pîr bû taze danaye!
bełed bûm lêt û tom nasî le mawey jînî tałimda
eto qał bûytewe wek zêř le naw botey xeyałimda
be şêwey wa peşêw bałay çemîwî wek hîlalimda
bizet nayête ser lêw û bezet naye be ḧałimda
eger çî zor le mêj sałe ledût dexşêm wekû saye!
be destî çerxî bed řeftar û bedkirdar giriftarim
le ber zamî birînî kon û taze be azarim
eger bê aşnayek, pêy dełêm gwê bigre guftarim
dezanî bo çî hênde perêşan û xefetbarim?
le bazařî jyan ẍeyrî huner nîme çi sermaye!
felek bew xwaye řojî dem şikand çerixt twanî bam
be corê řêkupêktir dam deřêja min ke banî bam
le çarenûsî xom dawa dekird tûşî nezanî bam
be «tû tû»ş tûşî mekteb bo dehatim min ke zanî bam
xefet, meynet, keser, ḧesret beşî însanî zanaye
debê xom hogrî řojî řeş û jînêkî piř xem kem
xeyałî jînî şadî û bextyarî min debê kem kem
lemewlawe xeyałî jînî bê janîş leser derkem
legeł çare řeşî û dûre beşî û negbet debê heł kem
le mêje çarenûsî şa’îranî kurd herwaye!