ew diłey bê xem dejî ey çî dexwa ger xem nebê

pênc xiştekî leser şî’rî hêmin
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 3 minutes  2990 views
ew diłey bê xem dejî ey çî dexwa ger xem nebê
çon le şadî dûr ebê ger hogrê matem nebê
aşna zor kem buwe kes ba le dewrim cem nebê
nîme awałê le goşey bê kesîda xem nebê
çake ew lêre wefay her mawe sayey kem nebê
basî řabirdûy temen dêřêkî way têda nîye
ger mutałay key bifermûy lêre cêy biřwa nîye
şîn le batî şayîye nałêyn le cêy goranîye
lapeřey jînim hemûy hełdeytewe tîda nîye
basî firmêsk û henase û şêwen û matem nebê
şîn û hawar û biřom şêwey le «horey cafî»ye
řû be her laye deřom şadîm berew îtlafîye
çek be kar hênan dijî min şertî bê însafîye
řencî dûrî dulberim bo kuştinî min kafîye!
ger le dunyada emin hîç meynetî dîkem nebê
sałeha derdî ewîn çî kird be ḧał û bałî min
agirêkî çend betînî xiste gyan û małî min
pêkenînî girt minî dît dulberî çaw kałî min
kwa dezanê çend perêşan û peşêwe ḧałî min
ew kesey gîrodeyî egrîce û perçem nebê
derd û azarî ewîn dîsan serî hełdayewe
leşkirî xem hêrşî hêna serim nepsayewe
pêçewaney arezûy min bû ke řengî dayewe
řojgarî sipłe bo min boseyêkî nayewe
nem dî her tîrêkî deyhawê berew sînem nebê
řojgarî bed řewişt dij bû ewendey pêy kira
çend lelam xoş bû, bo zîndanî ewîn birdim pena
řa debird car car be gwêm dengî be sozî aşna
řemzî diłdarî le zînê fêr nebû yarim dena
kwa ewîndarê û wefadarê wekû min mem nebê?
karî bê encamî xû girtin legeł tezwîr û ẍeş
seyrî çend çespe leser burdî yemen xałî ḧebeş
afretî ladê hemûy azade řûmetsûr û geş
kîjî şarîman le xoy wergirtuwe çarşêwî řeş
daxekem nemdî lewê mangêkî dewrî tem nebê
řenceřom ey baxewan min wek huzarî serçiłim
xot dezanî řoj û şew her çaw le dem xendey gułim
xem be qed kêwî sefîn nîştote ser şan û milim
şadî carêkî be mîwanî nehatote diłim!
řenge xełwet xaneyî xem şwênî nameḧrem nebê
gyan le řêy pêş xistinî gel, boye wa min bext dekem
hîç newestawim le bo pêwîst le řojê, hest dekem
’ewnîPen name wek «hêmin» le meydan agirê waheł dekem
xom desûtênim heta bezmî xełk řewşen bikem
kê wekû şa’îr le řêy xełka desûtê şem nebê