wa çiray kułmey be ’ezmî sutnî dił şu’leda

pênc xiştekî ’ewnî leser şî’rî «meylî»
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  995 views
wa çiray kułmey be ’ezmî sutnî dił şu’leda
çon wekû perwane sutêm řû be řûyî la leda
çon wekû bulbul nenałim min le dewrî ẍunçeda
wa le dewrî baxî kułmî marî zułfî ḧełqeda
bulbulî dił pasewan û ḧacîbe lem baxeda
dił wekû mindałî sawa, wa le dergat kewtuwe
nařwa çunke be şehdî lutfî to pêy girtuwe
mûdetêke wa le şekker xendeyî toy çeştuwe
min ke tîflêkî nefam lem yexem giř girtuwe
ta wekû qendî memî bom der dexa lem sîneda
gah legeł bulbul le gułşen nałe nałêkim heye
gah legeł qumrî denałim çon fîẍanêkim heye
herdeme min baxewanane xeyałêkim heye
min le naw bax û gułistan newnemamêkim heye
dû henarî zerd û sûr û dû guł û xunçêk eda
dił wekû mecnûn denałê wa leber pê kewtuwe
hem be neş’ey tas û tuřey perçemit tesxîr buwe
to ke lew sawe be qetłî ême wadet fermuwe
wa be lerzaney gware dił be lerzîn kewtuwe
zor etirsim hełqenê řoḧim bedem em lerzeda
ta bekey em tałîye ey dulberî şîrîn kelam
bêtu ger carê kerem key to be xende bêye lam
namewê min nehrî kewser ya nexo darulselam
cennet û dozex çi ferqêkî nîye qurban lelam
min heta mawim eger şad bim le em fîrdewseda
qet beyan nabê be nûsîn maceray derdî diłim
ger le lay to we çi řeḧmet bê çi mîḧnet qaylim
ḧał û bê ḧałîm eger bê pêt dełêm çone gułim
xaneyî sebir û teḧemul řû le wêrane diłim,
car be car bo quwetî dił maçî lêwanî eda
çawekem çawim le řête ta seḧer nanûm şewê
întizarî le laleyî řûtim ke key bom derdekewê
her wekû ’ewnîPen name be qurban bergî şadît qet newê
«meylya» ger meylî řûy řoḧî şîrînit newê
her wekû perwane řoḧî xoy be řûyî laleda