be qed şimşadî postane be řû baẍ û gułistane

pênc xiştekî ’ewnî
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  1771 views
be qed şimşadî postane be řû baẍ û gułistane
be lêw kewser, be çaw saqî, be wêne ḧûr û ẍîlmane
le ser kêwî diłim daym wekû mûsayî ’îmrane
be şu’ley şem’î řuxsarî hemû dinya çiraxane
temaşay dulberî min ken supa salarî xûbane
le nêw xubanî ’alem take em şoxe be bê bakî
be ḧusnî serkeş û meẍrûre meşhûre be sefakî
diłe ger to netirsawî çîye wa mat û ẍemnakî
le meydanî melaḧet şaswarêke be çalakî
temaşay dulberî min ken supa salarî xûbane!
şukir yaran le qeydî xem diłî bê çare azade
dexîlit bim were mutrîb fîdat bim saqîy sade
le bom lê de le ’ûd û ney peyapey bêne bom bade
ḧîkayatî min û yarim wekû şîrîn û ferhade!
temaşey dulberî min ken supa salarî xûbane
be xende û pêkenîn û çawî mexmûrî diłî birdim
be ẍemze û naz û ’îşwe û nazkî ’eqłî leser birdim
le babil dersî sîḧrî xwênduwe wa fêłî lê kirdim
řefêqan sa meken lomem eger bem derde min mirdim
temaşay dulberî min ken supa salarî xûbane
beyan nabê be nûsîn çende şîrîn û çi meḧbûbe
be lencey seru me’yûbe, be xendey xunçe meḧcûbe
bîḧemdîlla ke bê hemtaye wek ewladî ye’qûbe
be în’am û ’eta yarim be ḧeqqet kanî metlûbe
temaşay dulberî min ken supa salarî xûbane
le tirsî tel’etî řûy řoj ke sergerdane hełnayê
ne ew hat û ne em hełhat dezanim ew ke hernayê
ke qeysî ’amîrî çî bû le ’eşqî řûy leylayê
hemû ’alem eger bê bibte mecnûn ’eybî lê nayê
temaşay dulberî min ken supa salarî xûbane!
degryêm û denałim řoj û şew daym le hîcranî
le deryayî xefet xinkawim wikû ’ewnîPen name ke nazanê
le layê ceyşî egrîcey, lelayê tîpî mujganî
hezar ’aşiq ke tab û taqetî nabê le meydanê
temaşay dulberî min ken supa salarî xûbane!