gułî pişkutû bo bulbul

guł û bulbul
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  928 views
gułî pişkutû bo bulbul
hełî řişt řaz û nyazî dił
gazandey kird le xawenî
baxî řazawe û gułşenî
emey wit axî hełkêşa,
cerg û diłî legeł êşa!
-: baxewan ewey mebeste
destim bibestî be destite
bimba bo kuçe û bazařan
bikewme dest herzekaran
be pûlî kem bim firoşê
tałî mergim pê binoşê!
sîs û jakaw hełbiwerim
zû bêt mergî kitupiřim!
_ gerd û gêjelûkey xezan
le toş zû tał deka jyan
lane û merizit deşêwênê
gełay baxan dewerênê
guł namênê le ser çiłan
têk deçê laney bulbulan
sermay kuşende û řeşeba
wêney dêłe gurgî be ba
řûy kirde her cêga û merzê
gyan leber têyda delerzê
le textî guł, çiqił û diřû
le cêy huzar, qelî bedxû
em be tîjî û zexim gazî
em be awazey nasazî
ew zam bexiş, ew řûy řeşe
řoj řojî xwêřî û řû řeşe