siławî êmey azaw û koł neder

nameyek bo bira fîdayîyekanî felestîn
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 3 minutes  1005 views
siławî êmey azaw û koł neder
pêşmergey kurdîn le meydanî şeř
siławî êmey bazû połayîn
xebatman lela buwe be ayîn
siławî êmey merd û be hełmet
be hêrş dujmin dekeyn let û pet
sed hezar siław le nizîk û dûr
pêşkeş be gyanî fîdayî cesûr
siławî êmey biray kurditan
hest dekeyn hemû zam û derditan
siławî êmey le kurdistana,
le beriztirîn lûtkey kêwana
bo biray fîdayî le felestîna
legeł xebatî sextî xwênîna!
le derd û zarîy êwe bêzarîn
dijî îsti’mar, dijî zordarîn
jêr destî pîşey bê desełate
azadî berhem řenc û xebate!
le serkewntan şad û diłxoşîn
ke nisko bênin zor be peroşîn!
xwa legeł ḧeqe û êweş ḧeqdarin
çewsênrawey destî zordarin
derbeder, hejar, birakujrawin
xak dagîrkiraw, gîrodey dawin
bełam lew řojey şořş degêřn
xakî wiłattan be xwên de dêrin!
be hełmet birdin wek şêrî şerze
dujmin le tirsan kewtote lerze
her gelêk le řêy maf be dest hênan
ne tirsê le merg le kot û zîndan
em gele dejî namrê nawî
werdegrêtewe mafî xurawî
lapeřey mêjûy nizîk û dûrî
binûsîtewe be xwênî surî
bełê ew gule şyawî jîne,
xebatî sextî hemûy xwênîne
eger destim bê biray fîdayî
bełên bê bebê ferq û cudayî
wek biray diłsoz min dêm bo yarît
xwênim deřjênim le řêy řizgarît
debim be hawřêy sextî xebatit
ta degate cê hemû awatit
em awatey to key azadîye
wek to bo minîş mayey şadîye
way pîşan dawe mêjûy řaburdû
řija û têkeł bû, xwênî min û tû
xo şeřî selîb her le berçawe
le zor cê êstaş asarî mawe
kurdim min newey selaḧeddînim
biray be wefay ’ehdî dêrînim!
biray fîdayî nek her min tenya
bot be peroşim wek bawik û bira
hemû azadî xwazanî cîhan
piştîwanî ton wek min bê guman
biray fîdayî qoł têk hełkêşîn
ta řîşey dujmin le bin derkêşîn
dest le naw dest keyn pişt be xwa bestîn
herdû ’ewdałî şwên yek mebestîn!
min bo kurdistan, to bo felestîn
ta řizgar debin hîç řanewestîn
to bo min biray minîş biratim,
boye řizgarît bote awatim!
hîway azadî gişt felestîne,
le dest sehyonî pîsî le’îne!
mijde bê mijdey serkewtin
nizîke řojî dujmin der kirdin
emca pêkewe le qudsî pîroz,
be yektir dełêyn cejniman pîroz!