pirsyan le cîhan bo çî şût nekird herwa mayewe,

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  672 views
pirsyan le cîhan bo çî şût nekird herwa mayewe,
serî hełbiřî nask leserxo cwabî dayewe!
ew kesey wîstim min şûy pê bikem ke xoşim dewîst
zor koşşim kird le bextî řeşim ew minî newîst
hêndêk lewaney xoşyan dewîstim hatne daxwazî
şûm pê nekirdin be hîç kam lewan min nebûm řazî
ca lewsawe hem wekû dem bînî herwa mamewe
diłnyat dekem hîç kes natwanê bê belamewe!
supas û řêzim bo ew kesane dejîn merdane
ser nizim naken, xo nafroşin, be pûł û ane!