hawîn şewêkî mange şew,

geştî mangeşew
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  973 views
hawîn şewêkî mange şew,
danîştim çawim neçuwe xew!
kewtime bîrî dûr endêşî,
ke serincim řadekêşî!
berew cîhanêkî berîn,
ke ême lêy bê xeberîn,
asmanêkî bê sinûre
řêgey zor be tirs û dûre!
hestam çûm řûm kirde çołêk
kewtime dawên herd û dołêk
minî aware û sergerdan,
be bîrimda nehat tirsan
zor geřam le çoł û deşte
ew deştey wêney beheşte!
kewtime dawên kuhsarêk
řêm der nekird le kenarêk
ta mandû bûm le pê kewtim
hewrazêk bû, ser nekewtim!
lew kateda mang awa bû
řêgay dûrim lê kota bû
debê çaw le řêy karwan bim
gwê girî bangî beyan bim