yaran le şîn dam yaran le şîn dam

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  597 views
yaran le şîn dam yaran le şîn dam
nîwe ser biřaw, le xak û xwên dam
ew tîrey ẍemzey le ebroy kewan
nîşanit lê girt wek nêçîrewan
hîç serî nekird pêkay nîşane,
laney yadî toy kirdim wêrane
êsta diłekem bê lane û merze
aware û geřuk wek lawî herze
hîç aram nabê diłey azûrde
zor xembartire le azîz mirde!
her be yadî to jyanî mabû
estêrey hîway dîsan awa bû
her karê bikirêt bê taqîkarî
çaweřê dekirê êş û azarî
eme encamî hemû nezane
ke xoy bispêrê be dest bêgane!
ke berjewendî xoy hate kaye
futway mergî toy lela řewaye
le mirdinî to zor zor bê bake
werbigre nezan emet bo çake!