dił be azare hemîşe ke deka dad û biroy,

bay şemał
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  654 views
dił be azare hemîşe ke deka dad û biroy,
xemî yarî be hezar xistiwete ser xemî xoy!
bay şemał řojê be koy dulberî min tê depeřê,
hîç feramoşî nekey ’erzî selamim heye boy
pêy biłê lew deme pasarî diłim gîrawe
zor perêşan û be azare le dest çawî hełoy
derfete êste eger meylî hebê çarî bika
xo eger lutfî nîye bîdewe dest xawen xoy
tûře bû dayewe destim diłî azar û nexoş
gutî: pêwîste her êstake debê lêre biřoy
dił gutî: nayemewe lêm geřê wazbêne biřo
mirdin û derde serîm xoştire nek bêmewe koy
kun kun û let lete cerg û diłî min ber le demê
be tîr awêjî bijang û çi be şimşêrî biroy!