nîsbetî germî etom têkeł be sozî dił dekem

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  700 views
nîsbetî germî etom têkeł be sozî dił dekem
ger bigryem her be lafawêk cîhan kawil dekem
řengî guł sûre le řû sûrîy kiçêkî kurd deka
dûr le mîkyac arezûy çawî řeşî bê kil dekem
dawî ałozawî zulfîm dît le dewrî xałî řû
tirs û lerzî zorme lem dawu dane sił dekem
bo gułî hîwaye herdem ah û nałem bê wiçan
wa mezanin bulbulim meylî gułî ser çił dekem
dulberî diłxiwazî min herdem ah û nałem bê wiçan
ger xuda destim bida destî le şan û mil dekem
qet lemewla řê hełe û çewt û çewêł nagirme ber
gwê le bo gişt pend û amojgarî zana şil dekem
tif le akar û řewştî dostî gewc û hîç nezan
min hemîşe aferînî dujminî aqił dekem!
ger legeł bedkar û bedbîn da biguncêm bê guman
zêřî qał û xalîsî xom têkełî paqił dekem!