dû hezar sał lemew ber

kawey sedey bîstemîn
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  721 views
dû hezar sał lemew ber
hesta kawey asniger
bû be pêşřew û řaber,
destî kird be şoř û şeř
be hêzî bazû û meçek
naye ser şanî kûtek
dijî zordar řawesta
swêndî xward be awêsta
debê zordar bimrênîn
xwênî bedkar biřjênîn
legeł lawanî dilêr,
hêrşyan bird wekû şêr
qełay bedkaryan řimand
xwênî zordaryan řijand
derçûn le dest bê dadî
şeka ałay azadî
çwar sed sał le pêş kawe
ke agir hełkirawe,
hêzî yezdan perestî
zał bû beser xway pestî
agir ewsa hełkira,
bangî serbestî dira!
lewsa agir yekcarî
diruşme bo řizgarî
pişt be pişt her mayewe
be hîç hêz ne kujrayewe
takû sedey bîstem hat
paş hezaran karesat
le kurdistanî berîn
kawey sedey bîstemîn
kawey nemir barzanî
ałay xiste ser şanî
şořşêkî ber pa kird,
mafî kurdî dawa kird
daway mafî řewaman,
boman nûsra be tawan
dujmin çend hêrşî kird
bo lenaw birdinî kurd
gelî kurdî qareman
ne tirsa le dujminan!
be xwênî řołekanî,
sûrî kird kurdistanî
her jêr darî ser berdê
sûr bû be xwênî kurdê
le sałî bîst ta ḧefta,
dujmin le hîç newesta
be tundî destî weşand
çend twanî xwênî řijand
neytiwanî kurd serşoř ka
namey pestî pê mor ka!
naçar xoy serî şoř kird
peymanî dostîy mor kird!
danî na be mafî kurd
otonomî beyan kird
yazdey adar bang dira
kurd û ’ereb bûne bira
şeř û şoř biřayewe,
ca aştî geřayewe!
yazdey adar û newroz
dû cejnin her dû pîroz
namirin em dû nawe
yek barzanî yek kawe!