ey şehîdanî řêgay nîştiman

şehîdan
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  915 views
ey şehîdanî řêgay nîştiman
xotan bext kird kiran be qurban
le řêy azadî û serbestî jyan
le bîr naçnewe be dirêjî zeman
mêjû denûsê yek yek nawtan
ew destey ke wa xwênî řijandin
ew gulley ke wa mêşkî pijandin
ew hêzey hemûy le xwên gewzandin
cergî hezaran daykî sûtandin
baxêkî dana nemamî çandin!
êwe namirin, namirin dejîn
gyanî paktan le sema û zemîn
bangiman deken wa be pêkenîn
destî yek bigirin yek bin hemû çîn
wa çwîte kemîn dujminî le’în
herwa xerîke be fiř û fîşał
lêkman tefrîq ka be pûl û be mał
bo ewey yek yek biman nête çał
destiman bibestê wek teyrî bê bał
ta dagîrî ka gencîney ḧełał!
xeyałî pûçe dwênê beser çû
mîllet tê geyî fiř û fêłî tû
’ereb û kurd û mesîḧî û cû
hemû yek nyaz yek bîr û yek řû
sefyan bestuwe be yek arezû
pêkewe têkřa wa hawar deken
tif le řewştî îstî’mar deken
ne’let le řûḧî gişt zordar deken
mîllet le dîlî zû řizgar deken
dîmukiratyet çawe nwař deken!
kurde deyewê jînî serbestî
kurde deyewê nan û pêwîstî
kurde deyewê derçê le pestî
kurde deřjênê xwên bo mebestî
bimrê îstî’mar, kone perestî
îtir besyetî fîkirî ’unsirî
bû be qisey kon sunî û ce’ferî
yekêtî ’êraq be muxteserî
pêkhat be xwênî řijawî berî
têkîşî nada desays gerî!
kurde deyewê xwênî şehîdan
kê bû musebîb bixrête zîndan
meḧkemey bika mîllet le meydan
ḧukim carî bê bo wan be xinkan
bimrê dujminî gel û nîştiman!