dełên serbestî nakřê

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  794 views
dełên serbestî nakřê
maf werdegîrê nadrê
debê çekî bo hełgirî
be pişû bî bo bergirî
debê xwênî bo biřjênî
debê řołey bo bimrênî
kurdîş çekî hełgirtuwe
xwênî lawanî řêjtuwe
çend hezar gundiman sûtawe
małyan be tałan birawe!
hezar dayk berg řeşin
le şadî û xoşî bê beşin
mindałyan bê bawik mawe
řołeyan şehîd kirawe!
le řêy serbestî û řizgarî
bo mafî gişt kurdewarî
kurdistanî beş beş kiraw
bira le bira dabřaw!
bo azadî bo yek girtin
xebat, têkoşan ta mirdin
hemû nakokîman goř ken
xoman şad û dujmin kor ken
merc û bełên wa danra
dest le naw dest keyn wek bira