le sî martî çil û ḧewta

şîn bo pêşewa
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  750 views
le sî martî çil û ḧewta
le çep gerdî çerxî çewta
le mihabad le çwarçira
darî bê dadî hełkira
ew darey pêş nîweşewa
westa le jêrya pêşewa
gutî: êsa dełêm kurdim
le rêy azadî kurd mirdim
şewêkî piř tase û xem bû
le kurdistana matem bû
şîn bû, řořo bû feryad bû
bo pêşeway mehabad bû
le mêjûy kurda em şewe
! heta ebed nasřêtewe
! mêjûy kurdî piř kird le qîn
beramber zordarî le’în
řojêk dêt kurd hełmet berê
tołey le dujmin wergirê
hezaranî wek pêşewa,
xwênyan řija be nařewa!
kurd natirsênê sêdare,
kirdarî destî zordare!
her debê zordar kesad bê
zor lê kirawîş azad bê
kurd debê bo xoy hoşyar bê
nabê le kes hîwadar bê
debê zana û hunermend bê
le zanista dewłemend bê
pêşeway kurd be bê tirsan
kirdye milî petî xinkan!
le dwa henasey pêş mergî
emey fermû be dił tengî:
bo şorewî şûreyî bû
ême hîwaman bewî bû
le mihabadî azada,
ke hîway kurdî be bada!