îro li textê dilberê ya reb çi şêrîn esmere

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 2 minutes  812 views
îro li textê dilberê, ya reb çi şêrîn esmere
jê nabtin min dilberê, ew dilbere ya dil bere
dil bû ku birya cane ew, dîn bû we ya îmane ew
hem lutfe hem iḧsane ew, hem lave hem gerden zere
kakul ji ber tacê bi zer, ta ta wekî piř bêne der
ser’eskerê tîpa teter, serdare yane serwere
ya reb ḧebîba řeng feleq, corê teteq dagirt şefeq
ya belgê nûre ya wereq, ya qişte yane çenbere
zulfin gelo puř pêç û xem, ya sunbula baẍê irem
zincîre ya ser ta qedem řeşmare yane ejdere
ew turre ya gîsone ew, zencîne yan hindone ew
şutrîne ya şebbone ew, yan toẍ û şahê sencere
ebrûne ya meh bû hilal, hindone ya nîşan û xal
gîsone ya ḧezret bilal, meşẍûlê ellah ekbere
çavin gelo ya serxiweşin, eşin ř ya kafirin ya dil
bîmarin ew ya nexweşin, ya nergise cadûgere
ruxsare ya reb ya qemer, guftare ya reb ya guher
ew qeyde ya reb ya xeber ew şehde yane şekkere
řûne gelo ya werdê al, alale yan dêma bi xal
qindîlê nûra zu alcilalArabic, mir’ate yana mezhere
dêm şûşe nûra ḧeq di nav, dew ẍunçeya şêrîn gulav
rux werdê gul řengîn xunav, xal bisk û nîşan ’enbere
lêvin gelo ya qûtê can, yaqûte ya qûtê rewan
yan qotîya durca duřan, yan ḧewze yane kewsere
ya reb xetê reyḧanîye, ser sûre’ê qur’anîye
yan xatema sultanîye, fermane yane deftere
xaln gelo ya fulfiln, ew ’arzin yan sorguln
em ’aşiqin yan bulbuln, zikirê me werda eḧmere
ew gerdena şubhî şemal, serçeşmeya ava zelal
qarûre ya xemra ḧelal ya şûşeye ya şekkere
ya reb qeda zîbaye ev, yan ke’beya ’ulyaye ev
yan misicd al’eqsîArabicye ev, yan sidre yane ’er’ere
ya reb dilê dîwaneye, ya ’aqlê ferzaneye
yan bulbulê wêraneye, yan ’ûde yane mecmere
ew xanîPen nameyê dil dadeye, meşreb ji beng û badeye
derdê wî yarek sadeye, lew her ze’îf û řeng zere