cîhanim pişkinîwe

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  2174 views
cîhanim pişkinîwe,
nazdar cwanim zor dîwe
bełam wek to nazenîn
nemdî leser řûy zemîn
ne gułî ne huzarî
cwan û şîrîn řeftarî
biłêm firiştey ew nî
dengit xoşe wek kew nî
ne şahênî ne bazî
ne kotrî teqłe bazî
ne saḧîrî ne cadû
dił û dînimit çon bird tû
ne wek mahî tabanî
ne estêrey beyanî
gelawêjî hełatûy
pêrûy ya ne tirazûy?
ne pêrûy ne gelawêj
bê tîx û bê çek xwên řêj
ne wek şahî ser textî
ne wek gułî new bextî
ne sêwî ne henarî
ne serûy ne çinarî
şox û şeng û şîrînî
firîştey řûy zemînî
ne wek modey feřensey
ne kiçî nazdarî nemsey
ne ademî ne perî
ne wek kiçî koçerî
bem awat û nyaze
bem deng û awaze
kîjê tom dî wam zanî
to kiçî kurdistanî
be yezdan û be zerdeşt
bew firîştaney beheşt
eger ewî be řastî
řizgar debim le pestî
nazdarey mah řoxsar,
ewey bîst hate guftar
le sereta ta encam,
wehay pê gutim weram
min goran û to kirmanc
her dû bo şwên yek amanc
her deřoyn û pê nageyn
her dełêyn û tê nageyn
şêwey em giftugoye,
lawî kurd řenceřoye!
ne le yek degeyn
ne be yek degeyn!