newtî xomane giřî girtuwe û demsûtênê

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  759 views
newtî xomane giřî girtuwe û demsûtênê
awî xabûr û furat, hatuwe dem xinkênê!
destî nagate serim hênde biłind wistawim
berdî ełwend û ḧesaroste serim deşkênê
kuřî xom wa çekî hełgirtuwe dijim westawe
her biray xome le bo dujminî dem tirsênê!
dujminim şade ke dem bînî weha pêdeknenî
dostim bom degrî dem deme dem girênê
kuřî kurd em çeke ařastey dujmin ke
piştî min bigre bira xwênî bira neřjênê
bese dest hełgire lew min minekê û pûlekîye
bîr le azadî bike ew mirov dejyênê
seyrî mêjûke ke serbestî çilon dest dekewê
gelê azadî bwê xwênî le řê deřjênê!