heřo sed car ji ulfa wê dibim keyfê li meyxanê

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 2 minutes  1568 views
heřo sed car ji ulfa wê, dibim keyfê li meyxanê
vebîr min têt zulfa wê, dinalim ez ji hicranê
ji sehma ’eqreb û maran, dinalim ez gelî yaran
ji çehvan xûn diçît baran, wekî ew têne lêkdanê
wekî ew têne ser balan, bibînin nuqte û xalan
binefiş û terḧê alalan, di ser da mahê tabanî
di ser da ew meha enwer, ji reyḧan sunbulan da ser
kirim sewda û hem ebter, ji min dil bir bi talanî
ji min dil bir evê carê, ku min dî qameta yarê
wekî selwê li cobarê, vemeşya hate eywanê
vemeşya ya sifet ḧûrî, ji řengê sorgula jorî
riḧê şêrîn dikem gorî, ji bo xalê û nîşanê
ji wan xalan tecellê da, ’etarud bû di burcê da
dilê min kêzmeyek lêda, bi şîr ew hate meydanê
bi şîr hat ew perî peyker, şevî maha tijî enwer
li min da batnî xencer, dinalim ez ji êşanê
ji wî derbî yê gêjim ez, şubî bilbil dibêjim ez
ji çehvan xûn diřêjim ez, wekî tavê t baranê
ji çehvan xwîn dibarînim, ji ’işqa te ezê dînim
şubî ferhad û mecniwînim, dibêm: leyla gelo kanê
xerîbim ez ji leylayê, nehin wek te li dunyayê
biçîte bîte zîbayê, ku ’aşiq wê di zîndanê
ku ’aşiq wê dinalîtin, şev û řojan dikalîtin
ji çehvan xûn dimalîtin, mecale bête zozanê
mecale me nekir karek, li surme wê hebû marek
veřêkem ayetê carek, di gel bayê şebistanê
di gel bayê seḧerxêzê, bibêje ’enber amêzê
te ’aşiq kuşt bi vê řêzê, bike lutfê û iḧsanê
ku min dî bû li ser banî, dibêjit: eḧmedê xanîPen name
bide rûḧê di gel canî, dibêjim ez: bigir.. hanê!