carî caran pirç û zułfî dulberan

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  920 views
carî caran pirç û zułfî dulberan
wek ḧeşarge û laneyek bûn bo diłan
ger bitorêt dił pena bo kwê bibat
êste pirçî lûl neman heł paçran
ba le gułzarî bibête nîştecê
laneyek saz ka le ser popî çiłan
bulbul asa ba bika şîwen le baẍ
ba bizanî dił řeqin řûmet gułan
zor lemêje guł ke xoy fêr kirduwe
pêkenînî dêt be nałey bulbulan
bextyarît řojê ger bot řêk kewê
dem le ser dem dest bixeyte ser milan
lafî diłdarî bebê meşq lê mede
çend swar çakan le meydana gilan
pyawetî û ’ehd û wefa caran hebûn
êste bê sûdin le nawan derkiran!