hełî kird ah û nałey ber beyanim

gileyî
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  1055 views
hełî kird ah û nałey ber beyanim
serî kird xwênî ałî çawekanim
le germî sozî sîney xom detirsim
ke agir ber bidate cîsim û canim!
le mergî xom peroş nîm xoy dezanê
ke diłşadîm nedît mawey jyanim!
ke zanît kuştinî min berjewende,
debê zû bêy be pêwîstî dezanim
le bo parastinî gułzarî řûy to
şew û řoj baxewan û pasewanim
demêke min be hîway mijdeyêkim,
ke sařêj ka hemû zamî be janim
le lam em řoje cejne gyan bext kem
le pênaw serbexoyî nîştimanim,
eger bê bim kujêt û let letim ka
giley nakem le yarî mîhrebanim
berew pîrî beharî şadmanî
deřom îmřo debê koç ka xezanim