dił bende be tay zułfî nîgarêk,

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  1074 views
diłim bende be tay zułfî nîgarêk,
serim gêje be sewday şem ’uzarêk
huzar asa ke hogir bûm bezarî
şew û řojim be yadî xunçezarêk!
nîye hîwam be řizgarî le bendit
ke dernaçê le çing baza şikarêk
mezargey dulberêkî nazenîne
ke min kirdûmete ke’be û mezarêk
be dû dił da geřam wadî be wadî
şwênim birde dawên kohsarêk
lewê xwênî řijawim dît û zanîm
ke pêkawe be ẍemzey çaw xumarêk!
’îlacî ger neka em şoxe îmřo
be ’ewnîPen name nakirê derman û çarêk!