kanê muḧemmed beg gelo kan padşahê serḧedan

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 4 minutes  958 views
kanê muḧemmed begNamed-Entity gelo, kan padşahê serḧedan?
îro ji dil bigrîn de lo, kan padşahê serḧedan?
îro bibînin ’îbretê, aẍa û xelqê hêşetê
kanê xudanê ẍîretê, kan padşahê serḧedan?
mîrê di nêv mîran bi nav, eşheb swarê řim zirav
bala bilindê peř belav, kan padşahê serḧedan?
kê dî we řeng zatek şerîf, erkan û ezmanek letîf
’alem di dest wî bû ze’îf, kan padşahê serḧedan?
koma dimil bû sê hezar, sed mîrekan vêkřa du car
jêk řakirin kir tar û mar, kan padşahê serḧedan?
senceq ji ser qersê biřî, bidlîsîyan wan jê kiřî
xanê dimil kirbû çiřî, kan padşahê serḧedan?
kanê ’ezîzê misrîyan, kanê ’eduwê wanîyan
kan heviř kê meḧmûdîyan, kan padşahê serḧedan?
kanê emîrê namdar, serḧed nişînê xundikar
paşan ji bo pêşkêş hinar, kan padşahê serḧedan?
kanê emîrê zu alfinunArabic, kan ’aqlê tib’et cunûn
’alem li ber wî bûn zebûn, kan padşahê serḧedan?
di ’ilmê xwe ew ’ellame bû, behramê gulgûn came bû
qettalê piř hingame bû, kan padşahê serḧedan?
çend mîr û ḧakim řakirin, çend xan û sultan dakirin
kom û ḧeşem berbakirin, kan padşahê serḧedan?
ew ḧakmê piř nav û deng, hemteb’etê teymûrê leng
de’we dikir biçme feřeng, kan padşahê serḧedan?
pêla ku wî dîwan digirt, xelqê edeb erkan digirt
heybet ji wan dîwan digirt, kan padşahê serḧedan?
weqtê bi ser hespî diket, şeş canban řev pê diket
heybet bi ser xelqê diket, kan padşahê serḧedan?
da’im ’edalet pîşe bû, ẍayet deqîq endîşe bû
nazk tebî’et şîşe bû, kan padşahê serḧedan?
dîwan û ’edil û dadgîr, iz’an piř û řewşen zemîr
ḧetta xweşîn nakin ji bîr, kan padşahê serḧedan?
dîwan û eywan şanşîn, ew sedir û ḧewzêd nazenîn
man şubhî firdewsê berîn, kan padşahê serḧedan?
ferşê di dîba û ḧerîr, istebreqêt wî bê nezîr
bê ixtyar mayîn ji mîr, kan padşahê serḧedan?
ev ẍalyet ermûş û qez, wernagirt kes şubhî xez
xalî bûyîn meydan û řez, kan padşahê serḧedan?
řez bû mîsala cennetê, eywan ji sun’ê qudretê
kes nîne tê ket şubhetê, kan padşahê serḧedan?
elmas û le’il û gewheran, tomar û tac û bin peřan
ḧed nîne bêxme defteran, kan padşahê serḧedan?
sed me’nek û hespêd bedew, safî ḧudûd zêřên celew
kes nîne wan řaket ji xew, kan padşahê serḧedan?
ew şehnişîn û ḧewz û av, nêçîrgehê piř seyd û řav
nabit bibêjim ez bi nav, kan padşahê serḧedan?
şahînşehê gerden firaz, azakirin teyhûn û qaz
terxan kirin teyẍûn û baz, kan padşahê serḧedan?
mîrê me wê nabit swar, têrbûye ew naçit şikar
teyẍûn û terlan man li xwar, kan padşahê serḧedan?
serdarya koma gelek, nakit swarê çav belek
çavet sipî bin ey felek! kan padşahê serḧedan?
taq û řewaq û menzeran, koşk û xelat û xeyberan
wan cumle nîşan ḧeyderan, kan padşahê serḧedan?
ew cumle wî îcadkirin, her çend qewî binyadkirin
çerxî hejand berbadkirin, kan padşahê serḧedan?
xwahê kelatan bi zefer, dujmin ji ber wî bê mefer
wê çûye nîva ax û ber, kan padşahê serḧedan?
dunya diborîtin bi dor, ’umrê ’ezîz nadin bi zor
dewlet dibên naçîte gor, kan padşahê serḧedan?
ya reb hebit oçax qedîm, ’emmê di wî xweş bin ’emîm
balxasihArabic ew duřa yetîm, kan padşahê serḧedan?
duřdane’ê gewher sedef, ew ma ji wî neslî xelef
ya reb nekî wan zû telef, kan padşahê serḧedan?
xelqê xudanê dewletê, wê çûye mala zulmetê
bi wî řa bixûnin reḧmetê, kan padşahê serḧedan?
xanîPen name tu jî destan hilîn, her çend ku zêde dilkulîn
îro ji bo mîr sa’lîn, kan padşahê serḧedan?