wiłat hey wiłat keynê bitbînim

wiłat hey wiłat
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 3 minutes  805 views
wiłat hey wiłat keynê bitbînim
dest le heyasey piştit werînim
min cêgey pêşum şoře zerdikeye
ew şoře zertikey ke nidênaweye
dêyekî zore, zor xoş hewaye
awekey şorî wek derman waye
pîşey kurdane lewê wabuwe
herkes meřdabê bo qerac çuwe
min wek êsta kûm, her be minałî
xak winetewem kewte xeyałî
dîtim ke xak û netewey waçak
bwîte jêrdestî dujminî napak
dił çiray bezim û řezmî kujrawe
boye hemû dem tenya û damawe
bełan kezanîm řêy derçûn dûre
bexom xom win kird ẍem bû be şûre
wam nekird biçme bendî û tewîle
dujmin pêm xoş bî pêm biłên: dîle
xom tewaneda zor be dest û bird
gerçî hejar bûm xwêndinim dekird
***
wiłatman xoşe hîç ’eybî nîye
biste xakêkî bê fayde nîye
ya kişt û kêłe yaxo pawane
ya řez û baxe ya daristane
ew fa’îdaney leser pişt hene
seyrî nêwizgî yekser me’dene
wiłatî ême wek dar guł waye
guł bo bêgane, xar bo êmeye
bêgane waykird nabê wetenman
bezmanî kurdî bidwê legełman
bist be bist xakman keşfî kiraye
nimûney êsta le ewrupaye
şeqłî kirduwe şeqłî meşkêne
lexot xoş bibe ewca bişkêne
beberdî xoman serman eşkênê
benewtî xoman eman sutênê
deman xinkênê be dîcle û furat
wîcdan çon waye xwa lenawit bat
herwekû zêrû demjîtin xînman
dernakewîtin cêgey birînman
wiłat hey wiłat keynê bitbînim
dest le heyasey piştit werînim
řûmetit maç û nêw demit bon kem
be dîtnî berzît çawî xom řonkem
wiłat hey wiłat lenaweřastit
deştî hewlêr û çyay beřastit
seyrî kêwan ke kijî buwaran
dił delerzênin herwek nazdaran
hênde cê zerde, hênd cê sûre
hênde cê sewze, hênde cê more
hênde cê agir, hênde cê nûre
pak û xawênî wek kêwî tûre
hênde cê sipî, hênde cê şîne
çon texmîn bikey hewraz texmîne
beheştî kurdan damezrawe řêk
bîrî naygatê hîç muhendîsêk
deştî qeracî deştêkî pane
cêy řawkeran û çaw ẍezalane
seyrî buwaran çend řengawřenge
şoqey bûkane piř şox û şenge
çîn çîn temaşa hobe û řeşmałe
ew hemû hobe piř kiç û kałe
ew kîjî řûgeş wek xunçey seḧer
herçî debînî meylit deçête ser
her le dûkçan emin ’ewdałim
bê kiç û kałan bêdeng û lałim
biçîne xoşnawan sersûř demînê
xot ger bêyewe dił cê demînê
ew řez û baẍî wa nask û nazdar
ew kêwî berzî hezar be hezar
ew mîwehatî lewêy bar deken
lubnan û ta’îf şermezar deken
wiłat hey wiłat keynê bitbînim
dest leheyasey piştit werbînim
řûmetit maç û nêw demit bonkem
be dîtnî berzît çawî xom řonkem