zułfî dawdawî, hemû dawêkî her dawî mine
neqşî qebir
        From the Book:
            Dîwanî Muxlîs
        By:
                Mukhles (1910-1985)
        
             1 minutes
             1470 views
        
        
    zułfî dawdawî, hemû dawêkî her dawî mine
bazî çawî, fêre řawî, her lebo řawî mine
qedî lawlawî hemû lawêkî dû la kirduwe
ateşî řûy bo xisusî cergî birjawî mine
seyrî seḧrake çi řengîne wekû fesłî behar
qetreqetre û çik çikey xûnawî dû çawî mine
bonî şew bo dê le nîwey şew hemû şew tabeyan
pêm ełê ew bone bonî perçemî xawî mine
tû xuda muxlîsPen name ke sûtay ’eşqî toye dulbera
bîke neqşî qebrekey ew ’ebde sûtawî mine