be sêḧrî çawî seḧḧarî, hełsita ’eqłî lê sitandim

suxmey tirazandim
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 1 minutes  752 views
be sêḧrî çawî seḧḧarî, hełsita ’eqłî lê sitandim
be pişkoy řûmetî sûrî, seraser cergî birjandim
le meydan hat û çû destî leser tîr û kewan dana
be naḧeq her wekû dujmin, le golî xwênî gewzandim
ke hewrî dîde baranî, nebaran takû zistan çû
emin zanîm ke wa ewsał, be xořaçû ewî çandim
demî wek ẍunçeyî tengî, nepşikut û def’eyê esła
le dewrey baẍekey çendî, wekû bulbul çirîkandim
ke daway řoḧî lêkirdim, minîş maçim temenna kird
ke zanandim diłî deşkê, diłim neşkand û selmandim
ke emrî kird debê muxlîsPen name leser bidrê, witim: boçî?
gutî: em şo le xewma dît, ke hat suxmey tirazandim